Hovîtiya DAIŞ’ê wê sibe bê şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, êrîşên çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê yên li hember Kobanê şermezar kirin. Li Fransa û Elmanyayê jî wê şermezarkirin sibe bidomin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, êrîşên çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê yên li hember Kobanê şermezar kirin. Li Fransa û Elmanyayê jî wê şermezarkirin sibe bidomin.

FRANSA

Li bajarê Lorîent ê Rojavayê Fransa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê wê bên şermezarkirin. Komîteya Amadekar a têkildarî çalakiyê daxuyanî da diyar kir ku wê roja Şemiyê (sibe) saet 17.30’î ji bo meşê li ber Dêra Kerentrech a Lorîent wê kom bibin.

ELMANYA

Li bajarê Braunschweig ê Elmanyayê Kurd ji bo şermezarkirina çeteyên DAIŞ’ê xwe amade dikin. Ji çalakiya sibê wê saet 14.00’an li Schlossplatz kom bibin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî wê sibe saet 14.30’î li Hachmannplatz meşeke şermezarkirinê pêk bîne.