Hovîtiya DAIŞ'ê li Bîelefeldê hat şermezarkirin

Komkujiya DAIŞ'ê ya li Kobanê, ku bi zêdeyî 150 sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin, li bajarê Bîelefeldê hat şermezarkirin.

Komkujiya DAIŞ'ê ya li Kobanê, ku bi zêdeyî 150 sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Bîelefeldê hat şermezarkirin.

Meşa şermezarkirinê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, li meydana Jahnplatz a li navenda bajêr destpê kir.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên tevlî meşê bûn, pankarta bi nivîsa "Bi Maskeya DAIŞ'ê AKP û Erdogan Kurdan qetil dikin" hat hilgirtin û bi qîrîna dirûşmeyan, DAIŞ, AKP û Erdogan hatin şermezarkirin.

Meş li ber Haûptbahnhofê veguherî mîtîngê. Di axaftinên li mîtîngê de berxwedana Kobanê hat silavkirin.