Hoffmann û Înce li Okmeydani hatin bîranîn

Di pêşengiya Însiyatîfa Gel a Kedkaran a Okmeydani û HDK’ê de, ji bo şervanên komunîst ên li Rojava bûn nemir Ivana Hoffmann û Coşkun Înce, meşeke girseyî pêk hat.

Girseya ji Qehwexaneya Anadolu tevayî cadeyên Okmeydani geriya, soza jiyandina têkoşîna Hoffmann û Înce da.

Şervanên komunîst Ivana Hoffmann û Coşkun Înce ên li Rojava dema li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin jiyana xwe ji dest dan, li Okmeydani bi meşeke girseyî hatin bîranîn. Bi sedan kesên li ber Qehwexaneya Anadolu kom bûn, li tevayî cadeyên Okmeydani geriyan û diyar kirin ku wê têkoşîna  Hoffmann û Înce bidomînin. Girseya wêneyên Hoffman û Înce hilgirtin, pankarta, "Şoreşgera komunîst a enternasyonalîst Ivana Hoffmann (Têkoşîn Guneş) nemire" vekirin. Di pêşiya meşê de pankarta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser a “Me bi Kobanê destpê kir em ê bi Kobanê re biser bikevin” ku ji aliyê  YDG-H û YDG-K ve hat vekirin bal kişand.

Di çalakiyê de dirûşmên, "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî PKK, MLKP", "Bijî berxwedana YPJ", "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê bibe gor" hatin gotin. Di meşê de navên şoreşgerên li Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dane yek bi yek ku hat xwendin, girseyê bi yekdengî bersiva “Dijî” da. Li Qehwexaneya Anadolu ya Okmeydanı piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevayî şoreşgerên li Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dane li ser navê HDK’ê Mîhrîban Temîzer daxuyanî xwend.

WÊ DI RÊYA IVANA DE TÊKOŞÎN BIDOME!

Temîzer got ku li Rojava ji roja destpêkê ve di nav berxwedana gelê Kurd a li hember çeteyên DAIŞ’ê de ji Tevgera Şoerşger a Tirkiye û tevgerên çepgir ên kedkar gelek rêxistin û partî ji bo wezîfeya xwe ya enternasyonal pêk bînin cih girtine.

Temîzer, di dawiya axaftina xwe de got, "Em li hember rêhevala xwe Ivana ya li kantona Cizîrê şehîd ket bi rêz bejna xwe ditewînin û em soz didin ji cihê hiştiye em ê têkoşînê bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê biranîn bi dirûşma, “Şehîd namirin" bi dawî bû.