Hilweşîn û talana li Geliyê Perî

Mînakeke talanê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê li Geliyê Perî ye ku dibe sedema pirsgirêkên hawirdorê û gefê li tenduristiya gel dixwe.

Geliyê Perî di navbera Çewlîg, Dersim û Xarpêtê de ye. Ji bo ji mirovan bê xalîkirin polîtîkayeke taybet li ser tê meşandin.

Li nava vî gelî, heta niha 9 bendav û Santralên Hîdroelektrîk (HES) hatine avakirin. Li gel van bendav û HES'an, madenkarî jî gefeke mezin li herêmê dixwe. Rewşa civakî, dîrok, daneyên arkeolojîk, tevkariya li aboriyê, navendên baweriyan, flora û ekosîstema herêmê ji nedîtî ve hatin. Bi zanebûn qirkirineke çandî û ekolojîk hate kirin.

Têkiliya gundên li nava gelî ji hev qate birîn. Lewma mirov nekarîn tevlî merasîmên cenazeyên hev jî bibin. Mirovên ku li ber vê hilweşînê rabûn hatin girtin, tundî li wan hate kirin, cezayê pereyan li wan hate birîn. Mirov neçar man cenazeyên xwe bibin cihekî cuda û ji nû ve veşêrin. Ev yek jî bû sedema travmayên cidî.

Gelek navendên baweriyan ku ji bo baweriya Elewiyên Dersimê gelekî girîng in, di nava avê de man. Cihê ku weke Odeya Çileyê ya Kûreyş tê naskirin, di nava avê de ma.

Qadên ekosîstem ên ku di nava bi milyonan salî de ava bûn, hatin tunekirin, bi ekosîstemeke bi destan çêkirî, qadên jiyanê yên çûkên avê yên li Geliyê Perî hatin tunekirin. Bi hezaran masî mirin. Hin cûreyên li vê herêmê ku gefa tunebûnê li ser wan heye, li ber tunebûnê ne. Bi dehan pezkovî yên ku ji aliyê mirovên li herêmê ve pîroz têne dîtin, di nava ava bendavê de xeniqîn û hîn jî dixeniqin.