Hevşaredarên Amed û navçeyên wê derbasî Kobanê bûn

Hevşaredarên Amed û navçeyên wê, alîkariyên bi xwe re anîbûn, radestî rayedarên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê kirin û derbasî Kobanê bûn.

Hevşaredarên Amed û navçeyên wê, alîkariyên bi xwe re anîbûn, radestî rayedarên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê kirin û derbasî Kobanê bûn.

Hevşaredarên DBP'yî yên Amed û navçeyên wê, 18 kamyon alîkariya ku kom kirin li Garaja Şaredariya Pirsûsê radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava kirin. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek di axaftina xwe ya li vir got ku berxwedana Kobanê navê piştevanî bi hev re rabûna ser lingan a gelekî ye. Şîmşek anî ziman ku wê bi vê hişmendî û berpirsyartiyê piştevaniya bi Kobanê re bidomînin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî diyar kir ku êrîşên li hember Kobanê li dijî welat û nirxên tevayî gelê Kurd e. Kişanak got ku wek şaredariyên Amedê wê timî bi Kobanê re di nav piştevaniyê de bin.

Hevşaredarên ku Şaredariya Pirsûsê ziyaret kirin, ji bo mijara ji nû ve avakirinê biaxivin derbasî Kobanê bûn.