Federasyona Obezîteyê ya Cîhanê: Heta sala 2035’an wê zêdeyê nîvê mirovan bibin obez!

Li gor rapora salane ku ji aliyê Federasyona Obezîteyê ya Cîhanê ve hatiye amadekirin, wê heta sala 2035’an zêdeyê nîvê nifûsa cîhanê bibe obez.

Federasyona Obezîteyê ya Cîhanê, bi rapora ku amade kir, hişyariyê dike.

Hikûmet li dijî meyla obezîteyê tiştekî nekin, heta bi sala 2035’an wê zêdeyê nîvê nifûsa cîhanê bibe obez. Halê hazir, 2, 6 milyar kes obez in.

Eger wiha dewam bike, di nava 12 salan de wê hejmara kesên obez ji 4 milyaran bibuhure.

Tê têxmînkirin sedemên obezbûnê gelek in: Lezgîniya avhewayê, tevdîrên mayîna di malê de ji ber Covid-19’ê, qirêjkerên kîmyewî, têkeliya xwarin û vexwarinên nebaş û teşwîqa wê helwesta endustriya dexil û dan.

Zêde obezîteyê, di serî de welatên xizan gelek welatan eleqedar dike. Welatên xizan li gor welatên din ne amade ne ku li dijî vê nexweşiyê têbikoşin.

Li gor Serokê Federasyonê Prof. Louise Baur, ev hişyariyeke ku bi eşkerehî hatiye kirin û got: ‘’Heke em îro berê xwe nedin obezîteyê, sibehê roj em ê bi bandorên wê yên giran re rû bi rû bibin.’’

Baur, her wiha hişyarî kir ku obezîte di nava zarok û ciwanan de pir zû belav dibe.

Federasyon, daxwazê ji hikûmetan dike ku bi awayekê navneteweyî tevdîrên koordîneyî bigirin. 

Di vê çarçoveyê de gelek pêşniyaz hatin kirin: ‘’Pergaleke danîna bacê, danîna sînoran ji bo kêmkirina dexil û danên pir birûn, bixwê û bişekir, nivîsîna naverok û taybetiyan li ser pakêtan û li dibistanan peydekirina xwarina baş.