'Hesabê kesên di salên 90'an de hatin qetilkirin hat pirsîn’

Xizmên windayan li Riha, Amed û Îzmîrê aqubeta Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu yê di sala 1994'an de hate windakirin pirsîn û li Gever û Êlihê jî aqubeta 8 kesên di dîrokên cuda de hatin qetilkirin pîrsîn.

Xizmên windayan li Riha, Amed û Îzmîrê aqubeta Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu yê di sala 1994'an de hate windakirin pirsîn û li Gever û Êlihê jî aqubeta 8 kesên di dîrokên cuda de hatin qetilkirin pîrsîn.

RIHA

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û xizmên windayan ên Rihayê ji bi heman armancê li ber Kargeha Ahmet Bahçivan hatin cem hev. Rêveberên HDP, DBP'ê yên Rihayê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hate vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de aqubeta Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu yê ku di 12'ê adara 1994'ê hate windakirin hate pirsin.

Birayê Babaoglu Cemal Babaoglu axaftina xwe bi pirsa Waliyê Rihayê yê wê demê Ziyaeddîn Akbulut a “Hûn dizanin Sêwerek taluke ye? dest pê kir û wiha got: “Yê ev gotin got waliyek bû. Dizanî Sêwerek teslîmî kê hatiye kirin û kî ji kê re xizmetê dike dizanî. Lê ya pêvîst nekir. Bi ser qetilkirina birayê birayê min de 21 sal derbasbûn û par dosyaya birayê min ji ber demboriyê ji holê rabû. Tifaqa sê alî ev cînayet kir. Berpirsiyarên qetilkirina birayê min Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Mehmet Agar, Ziyaeddîn Akbulut, Serdozgerê Komarê yê wê demê Huseyîn Fîdanboy, Midûrê polîsan ê wê demê Mehmet Cebe ne."

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan bi heman armancê li Sumerbanka Konakê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatin windkairin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku di salên 90'an de dewletê bi polîtîkayên zextan daxwazên maf û azadiyan tepisandin. Çîçek gotinên Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel a ji bo rojnameyan gotî ya "Rojnamegerên hatin kuştin hine rastî jî rojnameger nebûn" bibîrxist û di sala 1992'an de 14 rojnameger hatin qetilkirin. Çîçek da zanîn ku ji wan rojnamegeran yek jî Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu bû.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 318'an a bi pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Ligel rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, DİAY-DER û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku 318 heftene li vir daxwaza edaletê dikin û wiha got: "Ev 318 hefteye em li windayên xwe digerin. Hikûmeta AKP'ê kiryaran nadarizîne. Di salên 1990'an de heta niha em her hefte aqubetên windayên xwe digerin. Lê heya niha tu winda nehatin dîtin. Em her hefte dibêjin. Heta niha hikûmetê tu gavêk navêt û windayên me nedît."

Piştî axaftinê Rêveberê ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytun çîroka rojnamegerê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê ku di 12'ê adara 1994'an de li Rihayê hate windakirin hate xwendin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Elihê û xiztmên windayan çalakiya xwe ya heftanê bi dirûşmeya "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizandin" pêk anin. Çalakî li qada Gulistanê bi tevlî bûn nûnerên saziyên çivakî yên sîvîl, kurê Abdlulah Canan, Tayîp Canan ku ji navçeya Gevera Colemergê tevlî çalakiyê bû û bi tevlî bûna gelek kesî pêk hat. Di çalakiyê de xizmên windayan pankarta li ser " Bila winda bên ditîn, kujer bên darizanadin" nivîsî û wêneyên kesên di bin çavan de hatin winda kirin û kuştin hatin hildan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagidîr axiftina ewîl kir û diyar kir ku heya kujerên diyar neyên darizandin tê li qadan bin û ji qirina dayikên ku zarokên xwe winda kirine re bibin dengê çareseriyê.

Piştî axifina Bagidir kurê Abdullah Canan, Tayîp Canan çiroka bavê xwe Abdullah Canan ku di 27'ê cotmeha 1996'an de, li gundê berficana navçeya Gevera Colemergê hat binçavkirin û pîşt re hat qetîl kirin vegot. Canan got ku cenazeya bavê wî roja cejna Ramezanê diyariyê wan hatiyê kirin û da zanin ku malbatana wan ji sala 1996'an û şun de cejnê pîroz nakin. Canan anî ziman ku dewlata tirk deyndarê zarok û dayikên dilşawat e û dê dewlet yek bi yek hesabê bibe malbatan. Canan bilêv kir ku ji bo jiyaneke azad dê heya dawiyê li qadan bin û çiroka kesên bi rûmeta xwe hatin qetilkirin vebejin û ragihinin nifşên nû.

Piştî axiftinan Aktîvistê ÎHD'ê Przb Mesud Aydin daxuyanî xwend û diyar kir ku li çar aliyê Kurdistanê kesên ku ji aliyê hêzên tarî ve hatine winda kirin û qetîlkirin. Aydin bang li hikûmetê kir ku bila ji bo kesên bi binçavan de hatin windakiri nû qetilkirin dadgeha Edeletê bê ava kirin û kujer bên darizandin.

Çalakî bi 5 deqe bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê jî xizmên windayan û ÎHD'ê bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de çîroka Mehmet Urun, Omer Urun, Salîh Urun, Sidik Yakut, Mehmet Yakut, Omer Kaçan û ciwanekî ji Sîlopiyê yên ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin hate vegotin.

Xizmên kesên hatin windakirin Salîh Kertî bûyer wisa vegot: “Fermandarê Alaya Geverê Alî Kiraz li cihê bûyerê Omer Urun piştî îşkenceyê gulebaran kir û qetil kir. 5 kesên din jî birin yekîneya leşkeriyê. Pişt re Mehmet Urun avêtin qazana ava keliyî de û kuştin. 4 kesên din jî bi îşkenceyên giran qetil kirin. Şirvanê ji Sîlopiyê yê bûye şahidê bûyerê berê serbest berdan pişt re ji ber ku dibe bûyerê vebêje ew jî qetil kirin." Kertî diyar kir ku cenazeyên xizmên wan li Goristana Bajêrgeh hatin definkirin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.