Her sal em bi deh hezaran mîkro-plastîk diqurpînin

Li gorî lêkolîneke zanyarên Qenedayî mirov her sal bi deh hezaran parçeyên plastîk ên mîkro diqurpînin.

Li gorî lêkolîneke di kovara Environmental Science and Technology  de, ji amûrên lastîkî bigirin heta bi kincên sentetîk, gelek parçeyên lastîkan ku ji berheman tên li ser tendiristiya mirov taloke ne.

Li ser hînbûnên mezaxtinê yên giştî yên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dijîn lêkolînek hate kirin û hate gotin, her sal bi  giştî 52 hezar parçeyên plastîkê têne qurpandin.

BI QIRÊJIYA HEWAYÊ Û ŞÛŞEYÊN PLASTÎK RE DIBE BI SED HEZARAN

Dema ku mirov faktorên girîng ên mîna hewaya qirêjî lê zêde dibe ev digihije heta bi 121 hezar parçeyan.

Di lêkolînê vexwarina avê ya ji şûşeyên plastîkî jî hate destnîşankirin û hate gotin, dema ku mirov avê ji van şûşeyan vedixwe, salê 90 hezar parçeyên din ên plastîkî jî diqurpîne.

Di lêkolînê de nehatiye diyarkirin bê ka ev parçeyên plastîkî yên ku têne qurpandin bi çi astê bandorê li ser tendiristiya mirov dike, hate gotin parçeyên ji 130 mîkronî biçûktir bi rehetî dikarin raçîna mirov biguherînin.

ÇI QASÎ BANDORÊ LI TENDIRISTIYÊ DIKE NAYÊ ZANÎN

Projfesorê ekolojiyê yê Zanîngeha East Angîla Alastaîr Grant diyar kir lêkolîneke teqez tine ku mîkro plastîk ziyanê didin tendiristiya mirovan. 

Pisporên ku mohra xwe li ser lêkolîna li Qenedayê dana dibêjin a girîng ew e ku çi qas parçeyên plastîk digihin ser kezebê û mîdê. Pispor dibêjin tekane rêya kêmkirina van rîskan ew e ku mirov tiştên plastîkî zêde bi kar neyîne û hilberandina wê kêm bike.