Helbestvan Şêrko Bêkes jiyana xwe ji dest da

Helbestvan Şêrko Bêkes jiyana xwe ji dest da

Helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes, li paytexta Swêd Stockholmê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Yekemîn Wezîrê Çandê yê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Bêkesi kurê helbestvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Faîk Bêkes bû. Zêdeyî 20 pirtûkên helbestan ên Bêkes hene ku bi gelek zimanan hatine wergerandin.

Şêrko Bêkes ku yek ji navên girîng ên wêjeya Kurd a navdar bi taybetî jî helbesta Soranî ye, ji meha Nîsanê û vir ve li paytexta Swêd Stockholmê dihat dermankirin. Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar ku Bêkes ê 73 salî li nexweşxaneyê çavên xwe li jiyanê girtiye.

BI SALAN PÊŞMERGETÎ KIRIBÛ

Kurê helbestvanê navdar Faîk Bêkes Şêrko Bêkes di 2'ê Gulana sala 1940 de li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê hat dinyayê. Bêkes ê zanîna Bexdayê qedand, yekemîn pirtûka xwe ya helbestan di sala 1968'an de weşand. Bêkes ji sala 1965'an heta 1987'an pêşmerge bû û di radyoya Tevgera Başûrê Kurdistanê ya bi navê "Dengê Şoreşê" de bi salan xebitî.

Bêkes, di nava tevgera "Ruwange" de cih girt ku ev yek weke ekoleke nû ya wêje û helbesta Başûrê Kurdistanê bû û bi çend hevalên xwe yên li nava refên pêşmergeyan kovara wêjeyî ya Kurdî "Rwanya" derdixist. Bêkes di sala 1986'an de weke penaber hat Swêdê û li vî welatî hêjayî xelata wêjeyê ya Kurt Tuckholsky hat dîtin. Bêkes, xelat ji destê Serokwezîrê Swêdê yê wê demê Ingvar Carlson girt.

Bêkes di sala 1991'an de bi avabûna rêvebera Başûrê Kurdistanê re li welatê xwe vegeriya û di hilbijartinên yekemîn de ji Parlamenta Hewlêrê re hat hilbijartin û 1,5 sal Wezîrtiya Çandê kir. Pirtûkên Bêkes bi zimanên Erebî, Îngilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî, Swêdî û Yewnanî hatin wergerandin. Di wasiyeta xwe de nivîsandibû ku dixwaze li Parka Azadî ya li Silêmanî bê veşartin.