HDK: Bila dewlet ji Ermenî û Suryaniyan lêborînê bixwaze

HDK’ê têkildarî qirkirina Ermenî û Suryaniyan a 1915’an de pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku qirkirin bi derewên sistematîk ên, veşartin, înkarkirin û jibîrkirinê, tê berdewamkirin.

HDK’ê têkildarî qirkirina Ermenî û Suryaniyan a 1915’an de pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku qirkirin bi derewên sistematîk ên, veşartin, înkarkirin û jibîrkirinê, tê berdewamkirin. HDK’ê daxwaz kir ku dewleta Tirk lêborînê bixwaze.

Desteya Rêveber a HDK’ê  bi munasebeta 100. salvegera qirkirina li ser Ermenî û Suryaniyan daxuyaniyek nivîskî da.

PÊNGAVA QIRKIRINA BI PERGAL

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “100 sal berê di van rojan de, kesên împaratoriya Osmaniyan bi rê ve dibir, planên xwe kiribûn û pêlê alarmê kiribûn.  100 sal berê îro di nav de doktor, parlamenter, rojnameger, nivîskar û rewşenbîr jî heye 235 kes, hatin girtin. Di rojên destpêkê de ev girtin wek pêkanînên rûtîn ên dewletê hatin fikirîn û di piştî 24’ê Nîsanê bûyerên pêk hatin, nişan da ku ev destpêka pêngava hewldanên qirkirina bi pergal a dewletê ye. Di nav du salan de ji gelen herî bi kok ên Anatolya, gelê Ermenî û Suryanî hatibûn tasfiyekirin.

Qirkirina bi rêya derewên sistematîk ên înkarkirin, jibîrkirinê hatiye berdewamkirin. Dewleta ku bi sed hezaran Ermenî kuştin, hewl da vê  karesata mezin bi derewan bide jibîrkirin. Ji ber vê yekê dîroka komarê, dîroka derewan e jî.”

DAXWAZA AZADÎ Û RADESTKIRINÊ

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo rûbirûhatin pêk bê, meşandina têkoşînê berpirsyariya wijdanî ye û wiha hat gotin:
“Bila dawî li qirkirina Ermenî û Sûryaniyan bînin û lêborînê bixwazin."

Bila mafên welatîbûnê yên mexdûrên qirkirinê bên radestkirin, hemû dewlemendiyên hatine xespkirin jî bên tazmînkirin.

Bila navê kujerên sûc kirin, ji dibistan, rawestgeh, cade, kolan, qad û hemû qadên cemawerî bên rakirin.

Li dibistananan di bernameyên perwerdeyê de bila xebatên dezenformasyonê bên betalkirin.

Bila înkara qirkirinê wek ‘sûcê nefretê’ bê qebûlkirin.”