'Hay jê hebe! Em ê îstîsmarê rawestînin!'
Meclîsa Jinan a Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşî girtina li dijî îstîsmaya zarokan projeya bi navê "Hay jê hebe! Em îstîsmarê rawestînin!" dan destpêkirin.

Yekem pêngava projeya "Hay jê hebe! Em îstîsmarê rawestînin!" li dibistana amadeyî ya zanyarî bi tevlîbûna mamostayên rehber ên xwendekaran re hatina cem hev pêk hat. Civîn bi tevlîbûna Pispora Xizmetên Civakî Ozdecan Bezirci Odek, Serokê Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nihal Bozan Ozbek, Civaknas Gunay Yakut û nêzîkî 40-45 mamoste amade bûn.
Di civînê de Civaknas Gunay Yakut bi nîşandana sînevîzyonê bal kişand li ser îstîsmara li dijî zarokan û anî ziman ku divê momoste bi zarokan re bikevin têkiliyê. Yakut diyar kir ku zarokê ku rastî îstîsmayê tên xwe cuda hîs dikin, nikarin pirsgirêkên xwe ji kesî re bêjin û encax kesên nexweş ji bo civakê mezin dibin.
Piştî Yakut, Pispora Xizmetên Civakî ya Şaredariya Barê Mezin a Amedê Nihal Bozan Ozbek jî bi nîşandana sînevziyonê bal kişand li ser şêwazê têkiliyên mamostayan ên bi zarokan re û wiha got: "Pêwîste mamoste di têkiliyên bi zarokan re hişyara şêweyê axaftin, zimanê beden û şêwazên nêzîkatiyên zarokan bin."
Ozbek di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku zarok karibin serpêhatiya xwe ji bo mamosteyan vebêjin divê mamoste baweriya wan qezenç bikin.