Hawara kurdî 81 salî ye

Hawara kurdî 81 salî ye

Kovara Hawar, 81 sal berî niha roja 15'ê Gulana 1932'an dest bi weşanê kir. Hawar, hawar zimanê kurdî bû û di ronesansa kurdî de bû çirayek. Ji ber ku wêjeya kurdî bi Hawarê gihişte formeke nûjen, ji wêjeya devkî ber bî wêjeya nivîskî ve deriyek vekir. Hawara Celadet Bedirxan ku digot "Kurdîtî beyî kurdî çênabe" hêjî ji bo me xezineyeke bêhempaye.

Kurdistan bi berxwedan, trajedî û xeyal şikestiyan dest bi sedsala 20'an kiribû. Komek ronakbîrên Kurd jî derketibûn derveyî welatê xwe û li wir hewl didan tekoşîna Kurdistanê geş bikin. Di rojên piştî şikestina serhildana Araratê li taxa Kurdan a Şamê Celadet Bedirxan di nava xebatekî zor û zehmet de bû. 

Roja 15'ê Gulana 1932'an dema kovara Hawar a nû hati çapkirin girte destê xwe kekî ku zarokeke wî çêbe kêyfa wî dihat. Ji ber ku xeyala wî ya salan pêk hatibû. Lê li gor wî ev zarok ne bi tenê ya wî bû, ya hemû kurdan bû. Pêwistî bi alîkarîya herkesî hebû. Her kurdek divê xwedî li vê zarokê derketa. Celadet di sergotara hejmara yekem de wiha qala vî zarokê ku hatibû dinê dikir;

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ziman şerta heyinê ya pêşîn e. Hawar zarokekî nûza ye. Zaroka me ye; zaroka Kurdan e. Wek her zarokî bi xweyîtîya dêûbav, bira û pismaman dikare bijî. Herkes, her Kurd dikare arîkarîya Hawarê bike. Tukes mebêje ku, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Belê, tukes vê xeberê mebêje, herkes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê."

JIYANA TIJE SIRGÛN...

Celadet Elî Bedirxan di sala 1897ê de li Stenbolê hatibû dinê. Nevîyê Mîr Bedirxan Paşa bû ku di sala 1847ê de li herêma kurdan desthilateke xurt ava kiribû û osmanî jê çavsor bûbûn. Dema Celadet tê dinê, bavê wî Emîn Elî Bedîrxan ji neçarî li Stenbolê bi cîh bûbû û destûra wan tûnebû ku ji vî bajarî derkevin. Siltan Evdilhemîd malbatê sirgûnê Yemenê dike. Di sala 1908ê de dema Evdilhemîd ji text tê xistin, malbata Bedirxan careke din tê Stenbolê. Celadetê ciwan piştî dibistana xwe ya seratayî û navîn, wekî serbaz di enîya Qafqasê de tevlî şerê cîhanê yê yekem dibe.

Malbata Bedirxanîyan li gel hemû zext û defan dev ji kurdîtîya xwe berneda. Komara Tirkîyê ya nû ku zimanê kurdî qedexe dike, di derbarê Emîn Elî Bedirxan û du kurên wî de hukmê îdamê derdixe. Careke dî sirgûnek li pêşîya malbatê ye. Bedirxan tevî malbata xwe berê xwe dide Qahîreyê, Celadet û lawê wî yê dî Kamiran berê xwe didin Ewropayê. Celadet di îlona 1922yê de tê Munchenê, li vir dest bi zanîngehê dike. Ew li wir têdigihêje ku Bismark, netewa alman li ser yekîtîya zimên ava kiriye. Li gor Celadet ziman jî ancax li ser yekitîya tîpan dikare bê saz kirin. Bi vî awayî fikra "Hawar"ê di serî wî de geştir dibe.

Celadet, piştî qedandina zanîngehê û temamkirina doktoraya li ser hiqûqê, di sala 1925ê de pêşî diçe Qahîreyê û paşê jî berê xwe dide Şamê ku wê demê di destê fransîyan de bû. Celadet di nav xebatên siyasî yên Xoybûnê de cih digire û ji bo tevlî serhildana Araratê bibe ku ji alîyê Îhsan Nûrî Paşa ve hatibû dest pê kirin, berê xwe dide bakurê Kurdistanê. Lê hê di rê de nûçeya belavbûna serhildanê tê û careke dî dizivire Şamê. Celadet li vir bi dotmama xwe Rewşenê re dizewice û heya dawîya temenê xwe li Şamê dimîne.

ŞAM, TAXA KURDAN...

Mêjû; 15ê gulana 1932, roja yekşemê... Cih; paytextê Suriyê Şam, Taxa Kurdan. Celadet Elî Bedirxanê 35 salî hem di jîyana xwe de, hem jî di dîroka kurdan de rûpeleke nû vekir. Vê rojê, rojnamegerî û bi nivîsandina bi kurdî ku li paytextê Misirê, Qahîreyê roja 22ê Nîsana 1898ê dest pê kiribû, gihişt qonaxeke nû. Ji ber ku Celadet bi wêrekîyeke mezin di Hawarê de dest bi nivîsandina tîpên latînî kiribû. 

Celadet hewl da ku Kurdan Hawarê fêrî tîpên latînî bike. Di her hejmarê de Celadet cih da rêzimana kurdî û ji xwe ev dersên wî paşê di pirtûka xwe ya bi navê "Bingehên gramera kurdmancî" de berhev kir. Şoreşa Caledat ku ya di cîhana Kurdan de pêk anî hê jî rastê nerazibûna tê. Li gorî hin kesan bi alfabeya latînî re têkiliya wêjaya kurdî bi berhemên dîrokî re qut bû ku bi tipên erebî hatibûn nivîsandin. Hin kes jî îddia dikin ku ewî şoreşa Mistefa Kemal ya alfabeya latînî ya sala 1928'an kopya kiriye. Lê di rastiyê de hê di bîranînen xwe yên sala 1919'an de Celadet dibêje ku ewê rojekî dest bi kurmanciya latînî bike.

Ji bilî şoreşa latînî Hawar di ronenasta kurdî de jî bû çirayek. Hawar dibe hawara ronakbîrên kurd ku hê jî di wêjaya nivîskî de xwedî roleke giring in. Hawar, ji van nivîskar û helbestvanan re dibe stargeh: Cigerxwîn, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Mistefa E. Botî, Goran, Tewfîq Wehbî, Hevindê Sorî, Şakir Fetah, Lawikê Kurd û Dr. Kamiran Bedirxan.

'KURDÎTÎ BEYÎ KURDÎ ÇÊNABE'

Li gel xweşî û dewlemendiyê Hawar rastî gelek zehmetiyan dihat. Ji ber nebûna derfetan carna 15 rojan carekê, carna jî mehê carekê digihişt destê xwendevanan. Hawar neçar ma ku 18ê tebaxa 1935ê navberê bide weşana xwe û ev bêdengî heya 15ê nîsana 1941ê didome. Celadet, bi hejmara 27ê, dema cara duyem dest bi weşana Hawarê dike û vê gazindê li Kurdan dike;

"Kuro eyb e, şerm e, fehit e. An hinî zimanê xwe bibin, an nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîyekî giran e. Kurdîtî beyî kurdî çênabe." 

Lê belê ev gazîna Celadet feyde nekir û weşana Hawarê bi hejmara xwe 57'an di sala 1943'an de dawî li weşana xwe anî. Piştî re Celadet kovara Ronahî derxist. Heya sala 1946'an 28 hejmarê vê kovarê derketin, lê Ronahî ma bin bandora şerê cîhanê yê duyemin. Derketina Hawarê ji sala 2007'an ve di nava Kurdan de wekî cejna ziman tê pîroz kirin. 

JI RÛPELÊN HAWARÊ ÇEND MINAKÊN BALKÊŞ...

Di hejmara yekê ya Hawarê de Qedrîcan ji bo hevalê xwe yê helbestvan Osman Sebrî vê nameyê bi navê "Hawar hebe gazî li dû ye" dinivîsine;
" Ji bona birayê min Osman Sebrî; Şevke tarî ye, çav çavan nabine. Keşa erdê wek gizanan lingên min ên xwas dibire. Bayê reş carnan dikeve guhekî min û di yê din re derdikeve. Qet nizanim ku li ku me? Heyina xwe bi leyistina gopal li erdê dizanim. Ev çend roj û şev e bivî awayî diçim,nayî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim. Belê îşev jî wek her şev tarî ye. Berf û bager jî awakî li min dide; Sar e, dicemidim. Tewş e, livîn di min nema, deng ji min dernayê. Tenê sê dengan min kire, gazî û hawar!"

Di hejmara  2yê de vê carê Osman Sebrî bi vê helbestê bersiva hevalê xwe dide "Jiyîn xweş e bi xurtî/ Li Kurdistan bi Kurdan, Bav û biran çi bikim?/ Hemû min tê bi derdan / Hawarê xwe awa kir / Dilê kurdan pê şa kir / Zar û ziman ava kir / Jîn û xweşî bela kir"

Mînakek balkêş ê dî jî mirov dikare di Hejmar 27'an de ku roja 15 Nîsan 1941'an derket dikare bibîne. Herwiha bi vê banga piçûk ku di Hawarê de hatibû weşandin, mirov dikare bibîne ka medyaya kurdî di van 81 salan de çiqas pêş ket:

"Me çend caran ji stasyonekî Qefqasê stranên Kurmancî bihîstine. Lê heta niho me nizanî ew kîjan stasyon e, kengê û li ser kîjan pêlan diweşîne. Me gumana Rawanê kiriye. Me hêvî  ji xwendevanên xwe heye ku pê dizanin, bila bi me bidin zanîn da ku em pronivîsa wê stasyonê jî di Hawarê de belav bikin."