Hafîze Îpek: Konferans dê bibe sedema azadiya ziman
Hafîze Îpek: Konferans dê bibe sedema azadiya ziman
Hafîze Îpek: Konferans dê bibe sedema azadiya ziman
4. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî li Amedê dewam dike. Cîgira Şaredarê Amedê Hafîze Îpek di axaftina xwe ya li konferansê de got, "4. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî wê bibe sedema azadiya ziman û gelê kurd."
4. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî bi şiyara "Azadiya Ziman di Çareseriya Netewa Demokratîk deye" li Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn bi tevlêbûna 250 delegeyan berdewam dike.
Di salona Konferansê de posterê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, posterê her sê siyasetmedarên jin ên ku li Parîsê hatibûn kuştin Sakîne Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, pankartên bi zimanê kurdî, zaravayê dimilkî yên "ziman ji bo mirovan bi qasî nan, av û hewayê girînge", "Nebûye millet hîç kesek bê ziman", "Nabêyo millet qet kesêk bê ziwan" û "Mafê perwerdehiyê ziwanê dayîkê mijarê nîqaşî nîyo" hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtina deqeyekê Endamê meclîsa daîmî ya KCD Osman Ozçelik axivî û wiha got. "Em êrîşên ser gelê Rojava şermezar dikîn. Bila cîhan û komara tirkiyê bizanibe 40 milyon gelê kurd li pişt gelê Rojava ye. Em kesên ku deriyê sînor ji bo çeteyan vedikin û ji bo alikariya ku biçe Rojava digirin şermezar dikîn."
Ozçelîk diyar kir ku serokwezîr ji bo keça ku li Misrê hatî kuştin digirî û wiha got. "Serokwezîr qetlîamên li kurdistanê çêdibe nabîne lê ji bo jina li Misrê hatî kuştin dibîne, em dizanin ne raste."
Ozçelîk, dewlata tirk şiyar kir û wiha got: "Dem dema tevgera siyasî û demokratike, em dixwazin bi rêya demokratîk pirsgirêkan werin çareser kirin. Em tirkiyê şiyar dikîn."
Cigira Şaredarê Amedê Hafîze Îpek jî da zanîn ku 4. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî wê bibe sedema azadiya ziman û gelê kurd û wiha got: "Ziman nasnameya netewane em sipasdarên dayîkên kurd, pisporên ziman û xebatkarên TZP ya kurdîne ku zimanê kurdî anîne vê astê. Dewlet bi zimanê me dixwaze li me bixe, ji bo vê TRT 6 û enstutiya li zanîngehê vekirîne. Lê gelê kurd wekî berê nînin xwedî li zimanê xwe derdikevin."
Parlementer Husamettin Zenderlîoglu destnîşan kir ku gelê kurd yek dil û yek welate û wiha got: "Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyekî dîrokiye. Eger îro xwîn nayê rijandin bi saya Rêberê gelê Kurde. Kesekê bawer ne dikir ku HPG wê derkevin sînor şer bidin rawestandin. Îro gelê kurd di rewşek dîrokî deye. Divê em zimanê xwe di warê hunerî û jiyanî de pêş bixin. Ziman hemû tiştê meye, serkeftin ya meye, berbanga azadiyê nêzîk dibe. Îro 2750 ziman li cîhanê tên axaftin yek ji wan jî zimanê kurdiye. Zimanê kurdî bi hemû reng û dewlemendiyan li Rojhilata Navîn tê xwiya kirin û lewra ziman ilmiye."
Konferans bi axaftina delege û xwendina rapora xebatên TZPkurdî, nirxandina raporê, rapora xebatên perwedehiyê û nirxandina raporê berdewam dike.
Konferans wê sibê bi nirxandina rewşa perwerdeyê, pêşniyarên di derbarê siyaset û polîtîqaya dahatuya zimên, nirxandin û erêkirina rêziknameya TZPkurdî û hilbijartinê dewam bike.