Guherîna hawirdorê bû sedema berzbûna dînazoran

Li gorî lêkolîneke nû, berzbûna dînozoran di dema guhertina hawirdorî ya beriya 230 milyon salî çêbû, ku hingî teqînên mezin ên volkanîk pêk dihat.

Teqînên mezin ên volkanîk bi rêjeyeke bilind karbondîoksît li atmosferê belav kir ku ev yek bû sedem germahiya global zêde bibe, çerxa hîdrolojîk bi lez bibe û Pangea ji nû ve ava bibe.

Li gorî lêkolîneke nû, berzbûna dînozoran a beriya 230 milyon salî, di heman demê de pêk hat ku hingî teqînên mezin ên volkanîk hebûn û dibû sedema guhertinên hawirdorî.

Di vê serdema guhertina mezin a avhewayê de ku weke Serdema Triyas Karniyen Pluvial a Dereng (CPE) tê naskirin, li temamiya cîhanê germahî û nêm zêde bû.

Dihate texmînkirin ku beriya CPE'yê li parzemîna super Pangeayê avhewa ziwa bû, lê belê di vê demê de avhewa şil û ji bo jiyanê guncaw bû.

Ji Zanîngeha Bîrmînghamê pispor jî di nav de ekîbeke lêkolînê, analîza tort û qeyda fosîlên nebatan ên ji goleke Hewza Jiyuan a bakurê Çînê kir.

Dîtin ku ev qeyd CPE, avûhewaya 'mega muson' jî di nav de de, di navbeyna 'guherînên girîng ên hawîrodarî û derbên aktivîteya wolqanîk re' korelasyonekê nîşan didin.

Encam di Pirtûka Akademiya Zanistên Netewî de hate weşandin û teqînên mezin ên ji eyaleta magmatîk a mezin a Wrangellîa jî di nav de, çar aktîve bi berfirehî hatin vekirin.

Bawerî pê dihêt ku ev parçeya qaqilê tektonîk ê ku piştî Çiyayên Wrangell ê Alaskayê bi rengê Wrangellîa Terrane tê zanîn, bi qasî 230 milyon sal beriya niha bûye kana wolqanîzma zêde ku avûhewaya Cîhanê guherandiye.

Sedema vê guherîna avûhewayê ew bû ku di vê serdemê de gelek karbondîoksît tevlî atmosferê û okyanûsan bûye.

Li atmosferê zêdebûna CO2'yê bûye sedema germbûna cîhanî û ji ber vê çerxa hîdrolîk lezandiye, ev jî bûye zêdebûna baranê.

Ji Zanîngeha Bîrmînghamê paleobiyolog Dr. Emma Dunne ku di nav ekîba lêkolînê de cih negirtî got ,''Ev aktîveta domdirêj û guherîna hawîrdorî, ji bo ku ajalên li bejahiyê dibû ku encamên girîng bi xwe re bianiye. Niha dînozo wê hê nû ji hev cihê bibûna û heke ne ji vê rûdanê bûye, wê ti caran negihaştana hakimiyeta ekolojîk ku 150 milyon salî wê bihatana dîtin.''

Ji Zanîngeha Bîrmînghamê Profesero Jason Hîlton jî got, ''Li gel dînozoran ev serdema derasayî ya di dîroka Cîhanê de, ji bo komên darên bigûzik jî girîng bû û pergalên bejahî, ji bo tilîpêr, tîmseh, kîso, kêzi û biguhanên pêşî, li ser perasana jiyana ajal û nebatan gelek bandora xwe çêbû.''