Girseya ji Sêrtê diçû Dihê hat astengkirin

Girseya ji Sêrtê diçû Dihê hat astengkirin

Li Sêrtê, girseya ku ji bo beşdarî 5. Festîvala Çand û Xwezayê ya Çiravê bibe çû Dihê, ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin astengkirin.

Li gel biryara qedexekirinê ya Walîtiya Sêrtê ku ev biryara xwe bi navê "taloqkirinê" eşkere kir, ji Sêrt û navçeyên wê girseya gel bi dehan wesaîtan ketin ser rêya Dihê ji bo beşdarî 5. Festîvala Çand û Xwezayê ya Çiravê bibin.

Girseya gel a li ber avahiya BDP'ê ya Sêrtê li hev kom bû, ji vê derê ket ser rêya Dihê, lê li nuqteya kontrolê ya ji derketina Sêrtê hat sekinandin. Polîs û jendermeyan girseya gel di kontrola GBT derbas kirin. Destûr ji gel re nehat dayîn ku derbas bibe. Girseya gel bi daxuyaniyekê, ev astengî şermezar kir û vegeriya Sêrtê.