Germahiya global: Bagera tropîkal li Atlantîkê gihîşt asta rekorê

Yek ji bûyerên xwezayî ku bi germahiya global re zêde dibin, bagera tropîkal e. Ev bager dema dawî gelekî dijwar bûye.

Li gorî daxuyaniya Navenda Tayfûnê ya Neteweyî ya Emerîkayê (NHC), bager an jî tayfûnên tropîkal ên ku di nava salê de li Okyanûsa Atlantîkê rû dan, di asteke balkêş de zêde bûne.

NHC'ê ragihand, piştî tayfûnên Arthûr, Hanna, Laûra û herî dawî ya Eta, di şeva 9-10'ê Mijdarê de tayfûna bi navê Theta peyda bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Atlantîkê bi vî rengî di nava salê de 29 tayfûn hatin tespîtkirin. NHC, bagerên ku leza wan saetê di ser 62 kîlometreyî re be, tevlî vê kategoriyê dike.

HERÎ ZÊDE ÎSAL RÛ DAN

Nuqteyeke din a ku di daxuyaniya NHC'ê de bal kişand ew bû ku bûyerên xwezayî îsal di asta rekorê de rû dan. Di demsalên tayfûnan ên normal de cara yekê ye ku ewqas bager rû didin. Tê texmînkirin ku ev hejmar 30'î derbas bike. Sala herî giran a ku heta niha hatiye tespîtkirin 2005 bû, ku hingî 28 bagerên tropîkal rû da bûn.

Bagerên tropîkal encameke pergala xwezayî jî be, ji ber bandora germahiya global a li ser okyanûsan, bûyerên bi vî rengî yên xwezayî zêde dibin.