Hat îdîakirin ku Mevlevîxaneya Sururî ya Şaredariya Beyoglu, bi daxwaza bikaranîna di xizmetên çandê de bi erêkirina Midûriyeta Herêmê ya ya Parastina Çand û Hebûnên Xwezayî dewr dirt ji TURGEV re tê pêşkêşkirin.
Trîlyon têra Şaredariya Beyoglu ya îdîa dike di bin deynan de maye û memûran mehkûmî jêrzemînan dike nakin. Derket holê ku Mevlevîxaneya Sururî ya Şaredariya Beyoglu, bi daxwaza bikaranîna di xizmetên çandê de bi erêkirina Midûriyeta Herêmê ya Parastina Çand û Hebûnên Xwezayî dewr girt, 7.850.491.74 TL yê lê xerc kir dema têr nekir ji bo restorasyona beşa maye îadeyî Midûriyeta Giştî ya Waqfan kiriye. Endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji ANF’ê re axivî got ku mevlevîxaneya piştî restorasyonê wê Midûriyeta Giştî ya Weqfan dewrî Şaredariya Beyoglu bike ji TURGEV re tê pêşkêşkirin.
TRÎLYON TÊRA ŞAREDARIYA BEYOGLU NAKIN
Şaredariya Beyoglu ji bo restorekirina Mevlevîxaneya Sururî di 9’ê Nîsana 2010’an de ji Midûriyeta Herêmê ya ya Parastina Çand û Hebûnên Xwezayî biryara erêkirinê wergirtibû. Bi peyama 10.01.2012’an bi 7.850.491.74 TL îhale hatibû kirin. Di 31.10.2013’an de ji ber berdêla keşfê temam bû xebatên înşaetê rawestiyan. Ji bo temamkirina înşaetê daxwaza Şaredariya Beyoglu ya 16.01.2014 ji Rêveberiya Taybet a Bajêr a Stenbolê 19.220.034.90 TL alîkariya butçe xwest lê nehat qebûlkirin. Ji ber vê beşa restorasyona Mevlevîxaneyê ya ma bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Weqfan 6’ê Adara 2015’an hat îadekirin.
EV ÇI SELTANAT E…
Endamekî meclîsê yê em pêre axivîn got ku piştî restorasyon biqede wê mevlevîxaneyê dîsa ji bo bikaranînê bidin şaredariyê. Lê belê endamê meclîsê diyar kir ku weke tê îdîakirin ev avahî wê ji bo xizmetên çandî neyê bikaranîn û wê dewrî TURGEV’ê bê kirin. Endamê meclîsê got, “Ev çi seltanat, ev çi belavkirin e” û nerazîbûna xwe nîşan da.
Endamê meclîsê wiha dewam kir: “Ti hem avahiya şaredariyê bi konstruksiyonên qaçax amade dikî, hem jî ti xebatkarên şaredariyê mehkûmî jêrzemînê bodrûmê dikî. Ti hem pereyên di butçeyê de diqedînî hem jî ti ji xizmeta TURGEV’ê re vedikî.”
...