Gelo kîjan dar li ber germahiya global dikare li ber xwe bide?
Li Swêdê li gorî xebateke 50 salan derket holê ku hinek dar wê li hemberî zêdebûna germê ya bi qasî 3,4 dereceyan nikaribin li ber xwe bidin.
Li Swêdê li gorî xebateke 50 salan derket holê ku hinek dar wê li hemberî zêdebûna germê ya bi qasî 3,4 dereceyan nikaribin li ber xwe bidin.
Li 18 daristanên cihê yên 20 kantonên Swêdê wê lêkolîn were kirin ku dar gelo çiqasî dikarin li hemberî germahiya global li ber xwe bidin.
Cureyên daran ên di nav lêkolînê de li 57 cihan ji bo ceribandinê hatin çandin û li gorî şertên cihê yên avhewayê mezin bibin.
Di lêkolînê de derket holê ku darên cureya ladîn û narewan piştî zêdebûna germê ya bi qasî 3,4 dereceyan qels bûne û hişk bûne. Di lêkolînê de hate diyarkirin ku divê ev cureyê daran li hemberî germahiya global a dawiya sedsalê de werin parastin.
Li gorî lêkolînê ji sala 2018’an heta niha 55 hezar dar hatin danîn. Di navbera 30 û 50 salên pêşiya me de wê mezinbûna van daran were kontrolkirin û were lêkolîn ku şertên avhewayê wê xisareke çawa bidin van daran.
Tê diyarkirin ku encama teqez a lêkolînê wê di nava 5 salên pêşiya me de were eşkerekirin.