Gelê Dêrsimê ji bo perwerdeya zimanê dayîkê meşiyan
Gelê Dêrsimê ji bo perwerdeya zimanê dayîkê meşiyan
Gelê Dêrsimê ji bo perwerdeya zimanê dayîkê meşiyan
Rêxistina BDP’a Dêrsimê ji bo perwerdeya zimanê dayîkê meşek pêkanî.
Endamên BDP’a Dêrsimê bi daxwaza perwerdeya zimanê dayîkê li Sanat Sokagiyê hatin gel hev û heya Parka Seyîd Riza meşiyan.Hevserokên BDP’a Dêrsimê Leyla Akyildiz û Ergîn Dogru, Alîkarê Şaredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasûn û endamên Partiya Kendê tevlî meşê bûn.
Di meşa ku pankarta "Xelesa zone ma xelasa sare ma wa" li ser nivîsî hate vekirin, dowîzên ,"Domane ma zone xo de biwane", "Zone ma kamiya ma wa" hatin hilgirtin. Piştî meşa ku li Parka Seyîd Riza bidawî bû bizaravayê Dimilkî ê Kurdî çîrok hatin xwendin.
Di çalakiyê de li ser navê BDP’a Bajar Hevseroka BDP’a Dêrsimê Leyla Akyildiz bi zaravayê Dimilkî ê Kurdî daxuyanî da çapemeniyê û anî ziman ku, zimanê Kurdî ji dîroka avabûna Komara Tirkiyey hatiye qedexekirin û hewildaye asîmîle bike. Akyildiz diyarkir ku, tehemûla dewleta Tirk ya navê Kurdî jî tuneye û got: “ Ji ber vê çendê zarokên me nekarîne zimanê xwe fêr bibin. Zimanê me roj bi roj heliyaye, bi tunebûnê re rû bi rû maye.”
Akyildiz bilêv kir ku, berhemên gelekê ên çandî û dîrokî tenê birêya ziman dikarin zindî bimînin û wiha berdewam kir: “Her kulîlkek li ser koka xwe şîn dibe, ziman jî wiha ye. Rizgarbûna zimanê me, ji rizgarbûna gelê me necûda ye. Ji ber vê çendê dewlet neçare zimanê me nas bike. Em dê xwedî li zimanê xwe derbikevin û heta ku zimanê me yê dayîkê tê qebûl kirin em dê tekoşînê bidin.”
Çalakî piştî ku koroya zarokan ya girêdayî Navenda Çanda Şaredariya Dêrsimê ku ji aliyê Omedya Mestû ve stranên Dimilkî gotin bidawî bû.