Saziyên sivîl ên civakî komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'e ve li Kobanê pêk hat bi çalakiyan şermezar kirin. Saziyan di çalakiyan de diyar kir ku bi van êrîşan hem mirov û hem jî mirovahî tê qetilkirin.
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê, komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ku li Kobane pêk anî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de Hevroka Şaxa Egîtîm Senê Gulcan Kaçmaz, endamên komîsyona werzîşê, endamên Koordînasyona Piştevaniya Rojava û Şengalê amade bûn. Seroka Şaxa Egîtîm Sen'ê Gulcan Kaçmaz, diyar kir ku bêdengbûna li hemberî êrîşa komkujiyê erêkirina komkujiyê ye. Kaçmaz, anî ziman ku di şer de ne tenê mirov, di heman demê de mirovahî jî tê qetilkirin.
EDENE
Li Edeneyê jî bi heman armancê endam û nûnerên Hêza Ked û Demokrasiyê li Parka Înonu bi çalakiyekê êrîş şermezar kir. Komê li pankartê dowîz û pankartên ku komkujî şermezar dikir vekirin û silogana "Bijî Berxwedana Kobanê" berz kir. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Sema Peynîrcî, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li sînor piştgiriyê dide DAIŞ'ê û rê li pêş van komkujiyan vedike.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî têkildarî komkujiya li Kobanê pêk hat daxuyaniya nivîskî weşand. ÎHD'ê anî ziman ku piştî komkujiyê êrîşên DAIŞ'ê yên li gundan berdewan dike û komkujiya pêk hat şermezar kir.
Rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Dr. Fadil Bedirhanoglu jî komkujî şermezar kir û ji gelê kurd xwest ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Bedîrhanoglu, destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî vê komkujiyê li dijî Îslam û mirovahiyê ye û xwest her kes dengê xwe bilind bikin.
AGIRÎ
Li Agiriyê ji bi heman armancê bi pêşengiya DBP'ê meş hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG" û "Qatîl AKP, qatîl DAIŞ" hatin berzkirin. Meş li Kolana Cumhuriyetê bi dawî bû û pişt rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Agiriyê Necmettîn Efe daxuyanî da çapemeniyê. Efe diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û çapemeniya wê ya ku Deriyê Sînor ê Akçakaleyê yê du salbûn di destê çeteyan DAIŞ'ê de nerihet nebû hevkariya komkujiya duh li Kobanê pêk hatî ne"
MÛŞ
Li Mûş û navçeya Gimgimê jî komkujî hat şermezarkirin. Rêxistina DBP'ê ya Bajar li Qada Şaredariyê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Parlementerên HDP'ê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Burcu Çelîk Ozkan, rêveberên DBP û HDP'ê, ÎHD, Baroya Mûşê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di çalakiyê de Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî û diyar kir ku hemû cîhan piştgiriya AKP'ê ya dide çeteyên DAIŞ'ê bi matmayî temaşe dike.
Li navçeya Gimgimê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Di dema meşê de esnafan dikanên xwe girtin û tevlî çalakiyê bûn.