Futbolvanên jin ên Colemêrgê bûn şampiyonê herêmê

Futbolvanên jin ên Colemêrgê bûn şampiyonê herêmê

Tîma Jinan a Futbolê ya Hêza Colemêrgê, di encama lîstokên li Wanê lîstin bûne şampiyonên herêmê.

Tîma Jinan a Futbolê ya Hêza Colemêrgê ku beriya çend salan li Colemêrgê hate avakirin û ji bo xwe ser lingan bigire bisalane tekoşînê dimeşîne, di lîstikên koma Şampiyona Tirkiyeyê a U-17 ya keçên ciwan de ku li Wanê lîstin, reqîbên xwe binxistin û bûne şampiyona herêmê. Sporvanên jin ên Colemêrgê di navbera dîrokê 29-30’ê Hezîranê û 1’ê Tirmehê de Tîma Jinan a Futbolê a Bazîdê 8-0, tîma Jinan a Futbolê ya Sêrtê 3-0 û tîma Jinan a Futbolê a Agiriyê 4-1 binxistin û bûne şampiyonê herêmê.

Sporvanên jin ên Colemêrgê karîn bikevin nava 16 tîmên Tirkiyeyê, dê di rojên pêş me de federasyon dê qûrayê bikêşe û di Şampiyontiya Tirkiyeyê a Jinên Ciwan ên U-17 nûnertiya herêmê bike.