Fuara Pêdiviyên Avahî û Şaredariyan a Rojhilata Navîn destpê kir
Fuara Pêdiviyên Avahî û Şaredariyan a Rojhilata Navîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriyê lê dike, îro destpê kir.
Fuara Pêdiviyên Avahî û Şaredariyan a Rojhilata Navîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriyê lê dike, îro destpê kir.
Fuara Pêdiviyên Avahî û Şaredariyan a Rojhilata Navîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriyê lê dike, îro destpê kir. Zêdetirî 80 fîrma beşdarî fuarê dibin û di vekirina wê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli got, “Ji bo bajarvaniyeke bikêrtir, bi kalîtetir, xwedî aboriyeke berdewam û di xêra xwezayê de em ê giringiyê bidine avakirineke têkûz.”
Fuara Pêdiviyên Avahî û Şaredariyan a Rojhilata Navîn ku ji aliyê TUYAPê ve tê lidarxistin îro ya heftan li Navenda Fuar û Kongreyê hate vekirin. Fuar wê 4 rojan bidome, ji derve û hundirê welêt li dora 80 fîrma beşdarî fuarê dibin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Waliyê Amedê Huseyin Aksoy, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar, Serokê DÎSÎADê Burç Baysal, Serokê GÛNGÎADê Hakan Akbal û Serokê Komeleya Karsazên Kurd ê Ewropayê beşdarî fuarê bûn, Midûrê Giştî yê Fuarên Anatolyayê yê TUYAP’ê Îlhan Ersozlu axivî û aşkera kir ku ev fuara ku serxane û binexaneya sektora avahiyê têkildar dike ev heft sal e tê pêkanîn. Ersozlu, diyar kir, fuar wê 4 rojan vekirî be û li dora 80 fîrma wê beşdar bibin û got ku ew çaverê dikin ku ji derveyî welat 25 hezar mêvan bên.
Piştre Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar axivî, bibîr xist ku ji sala 2009’an ve ye li Amedê ev fuar tê lidarxistin û got, salan e li dora deh fuar têne pêkanîn. Sayar, da zanîn ji bo dabînkirina kêmasiya fuarê wan proje amade kiriye û behsa pêvajoya aştiyê jî kir. Sayar got, “Daxwaza me aştiyeke mayînde ye.”
ANLI BANGA BEŞDARBÛNÊ KIR
Hevşaredar Firat Anli di axaftina xwe de diyar kir ku gelekî watedar e du fuarên gelekî têkildarê hev bi hev re têne pêkanîn û anî ziman, sektora herî mezin a Amed û Tirkiyeyê jî sektora avahiyê ye. Anli wiha got, “Sektora avahiyê ji ber îstîhdama çêdike yek ji mijarên sereke a bajêr e. Ji ber vê jî, bo me pêşiyê avahîdariyeke bikêr, bi kalîte, ekolojîk û berdewam ji bo vî bajarî girîng e.” Anli wiha axivî: “Em li hemberî xwe bi awayekî rexnedarî nêzîk dibin, ligel vê, ji bo yên ji derve tên jî em gelek erênî nêzik dibin. Ev bajar tenê bajarê kesên li vî bajarî dijîn nîn e, bajarê kesên dilê wan ser vî bajarî ye jî. Wek Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan em di xizmeta vî bajarî de ne.”
Anli pêvajoya UNESCO’yê ya Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê jî bibîr xist û got, Keleha Hewlêrê ji bo lîsteya UNESCOyê hatiye pejirandin îsal jî dora keleha Amedê ye.
Anli got, “Bi taybetî ez dixwazin hemû şaredariyên me, bi endamên meclîsê, xebatkarên şaredariyê û pêkhateyên têkildar bên serdana vê fuarê bikin. Her wiha em ê piştgiriya hatinçûyina bi her awayî bikin.” Piştî axaftinan Anli û beşdaran vekirina fuarê pêk anîn û li stantan geriyan.