FilmAmed ji bo sînemaya azad tê lidarxistin

FilmAmed ji bo sînemaya azad tê lidarxistin

Serlêdanên ji bo mîhrîcana FilmAmedê berdewam dikin. Yek ji endamên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û mamosteyê sînemayê Mehmet Kamîk diyar kir ku armanca vê mîhrîcanê di qada sînemageriyê de qadeke alternatîf biafirîne ye

Serlêdanên ji bo 3’yemîn Mîhrîcana Belgefilman a FilmAmedê ku ji aliyê Akademiya Cegerxwîn a Şarederiya Peyasa Amedê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin heta 15’ê nîsanê berdewam dike. Mîhrîcana ku dê di navbera 18-25’ê gulanê de pêk bê rojnameya me azadiya Welat jî ji yek sponsorên wê ye. Ji bo beşa bi xelat û beşa piştgiriya projeyan serlêdan di 15’ê nîsanê de diqede.

DIYARIYÎ 3 JINAN

Endamê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn(OSAD) û mamosteyê sînemayê Mehmet Kamîk têkildarî amadekarî û armanca mîhrîcanê de agahî dan û diyar kir ku mîhrîcana xwe ya îsal diyariyî sê jinên têkoşer ên di 9’ê çileyê de li Parîsê hatin qetikirin, kirine. Kamîk destnîşan kir ku ew ê îsal di mîhrîcanê de rengê jinê zêdetir derkeve pêş.

ELEQE GELEK BAŞ E

Kamîk têkildarî serlêdanên ji bo wan tên anî ziman ku îsal jî eleqeyeke baş a ji bo FilmAmed heye û wiha axivî: “Em bawer in ku dê îsal jî wekî yên borî mîhrîcaneke bi coş were lidarxistin. Hêj 9-10 roj wext jî re heye ji bo serlêdanê. Em di wê baweriyê de ne ku dê serlêdanê berdewam bikin. Ji ber ku gelek kes hene ku karên xwe yan dihêlin rojên dawî û hin kes jî ji bo xwe bigihîninê xebatên xwe didomînin. Serlêdanên ku hefteya dawiyê hatinkirin ez dikarim bêjim ku bi qasî serlêdanên heta wê hefteya dawî hatibûn kirin bûn. Îsal jî xuya dike ku ew ê bi vî rengî be. Em bawer in ku ew ê îsal jî hem di warê hejmara filmên serî lê dixin de hem di warê naveroka wan de û hem jî di warê qalîteyê de dê mîhrîcaneke serkeftî were lidarxistin. Mihrîcan îsal dê di navbera 18-25’ê gulanê de pêk were.”

ARMANCA MÎHRÎCANÊ

Kamîk di axaftina xwe de bal kişand ser ku ew di warê nêzîkatiya ji bo sînemayê xwe de gelekî cuda pênase dikin û ev cudahî wiha vegot: “Em li dijî pergela niha ya dinyayê, xwe û sînemayê cuda û alternatîf digirin dest. Di vî warê de jî em li dijî pergala endustriyel û sektorel hem di afirandinê de hem jî di belavkirinê de em li dijî vê dixwazin pergaleke nû û alternamtîf ava bikin û em dixwazin bi mîhrîcanê jî bi tayberî sînemagerên kurd û yên gelên din û muxalîf bi gel re bînin cem hev. Bi vê yekê jî em dixwazin ku li derveyî vê pergalê bi pergaleke alternatîf bi nîqaşên xwe yên vekirî sînema û gel bînin cem hev.”

FILMAMED ALTERNAFÎF E

Kamîk pênaseya hişmendiya alternatîf a ku dixwazin pêş bixin jî şîrove kir û têkildarî alternatîfbûna mîhrîcana ku ew li dar dixin ev tişt anî ziman: “Dema em dibêjin alternatîf em di esasê xwe de dibêjin ku hilberîn, afirarandin û belavkirina komunal û demokratîk. Em dixwazin sînemayê di vê çarçoveyê de çêbikin. Em dixwazin di çarçoveya vê perspektîfê de nêzîkatiyeke ji bo sînermayê çêbikin. Belkî em di vir de bikaribin xwe ji pergalê û ji nêzîkatiya serdest a sînemayê û mîhrîcanên dîtir xwe veqetînin. Yanî mijara parvekirnê gelek girîng e. Wekî mînak ji bo temaşekirina sînemayê li salonan pereyeke tê girtîn em li dijî vê jî dertên, em dikarin li cihê alternatîf bi gel re parve bikin mîhrîcan jî di vê çarçoveyê de gelek sûde war e.”

Kamîk axaftina xwe bi bangewaziya ji bo sînemagerên ciwan wiha bi dawî kir: “Em li benda sînemagerên bi hişmediya komunal û demokratîk dixwazin sînemaya azad pêş bixin in.”

DIXWAZIN SÎNEMAYA AZAD PÊŞ BIXIN

Mamosteyê sînemayê Mehmet Kamîk anî ziman ku ev bi vê mîhrîcanê dixwazin ku mîhrîcanê bikin qadeke parvekirinê û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Bi saya mîhrîcanan gel û sînemager bi hev re dikarin têkiliyeke rasteqînîtir deynin. Mîhrîcan li ser temaşevanên xwe bandoreke pêk tîne. Em bi vê hişmendiyê dixwazin ku mîhrîcana me ji bo sînemaya azad li ser esasên komunalîte û demokratîkbûnê deriyeke vebike. Mîhrîcana Belgefilman a FilmAmedê dixwaze ku tevahiya belgefilmên li hemberî nirxên gerdûnî yên wek demokrasî, aştî û azadiyê û mafên mirovan rêzdar, li hemberî mafên jinan û zarokan rêzê digirin, êrîşî nirxên têkoşîna civakî ya bingehîn nakin, di bernameya pêşandanê de bi cih bike. Îsal, mîhrîcan ji bo tekoşina azadiya jinê hatiye diyarkirin.”

XELATÊN FILMAMEDÊ JI BO TEŞWÎQÊ NE

Endamê OSAD’ê Mehmet Kamîk destnîşan kir ku ew li dijî pêşbirkê ne û têkildarî vê yekê ev tişt anîn ziman: “Kesên ku dixwazin tevli dibin divê xwe ji  psîkolojiya pêşbirkê rizgar bikin. Me di mîhrîcana xwe de ji bo du kategoriyan xelat diyar kirine. Ya yekemîn ji bo belgefilma mîhrîcanê ye ya din jî ji bo projeyan e. Em ê  di warê belgefilman de 4 xelatan bidin Xelatên me yek ji bo mîhrîcana FilmAmed a belgefilman e. Yek jê ya Juriya Taybet e, ya din ya Juriya Gel e û ya dawî jî li ser navê sînemagerê şoreşger Xelîl Dag  dê ji aliyê şagirtên Konservatura Aram Tîgran û ya Cegerxwînê ve biryar bê dan. Em bi xelata katagoriya projeyê jî, dixwazin ku piştgiriyê bidin sînemagerên ciwan ji ber ku di vî warî de sînemagerên ciwan zû bi zû nikarin derfetan bi dest bixin. 3 kutrte filmên li ser nirxên komînal, azadiya têkoşîna jinê, demokratîkbûnê li ser gel û civakên bindest û li derveyî pergalê mane û li ser zarokan em ê piştgirî bidin wan.”