Filma 'Ez Kurd im' li Toulouseyê li rastî eleqeyek xurt hat
Filma 'Ez Kurd im' li Toulouseyê li rastî eleqeyek xurt hat
Filma 'Ez Kurd im' li Toulouseyê li rastî eleqeyek xurt hat
Filmê bi navê ‘ Ez Kurd im” a ku Nicolas Bertrand derhêneriya wê dike, duh êvarê li bajarê Franse Toulouseyê hate nîşandan. Film li sînemaya ABC’yê hate nîşandan û derhêner Bertnard jî amade bû.
Derdora 200 kes tevlî nîşandana film a ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd, Meşa Jinên Cîhanê û Tevgera Aşitiyê ve hate organîzekirinbûn.
Film gelek hate ecibandin. Piştre derhêner Bertrand axaftinek kir û diyar kir ku di kişandina film de gelek hevkariya siyasetmedara Kurd Fîdan Dogan a ku Parîsê hate sûîqestkirin heye.
Bertnard diyar kir ku piştî komkujiya li hemberî jinên Kurd çapemeniya Frensî xemsar nêzîk bûye û got: “Lê Serokkomar François Hollande aşkere kiribû ku ew Rojbînê ji nêzîk ve nas dikin. Çapemeniya Fransî li ser vê yekê nesekinî.”
Bertnard diyar kir ku ji bo ronîkirina kuştinên kiryar nediyar ên li Tirkiyeyê ew ê filma Dayikên Şemiyê bikişîne.
Parlementerê Partiya Komunîst a Franseyê Pierre Lacaze jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji destpêkê ve destekê didin têkoşîna Kurdan.
Piştî axaftina, xwarina gelêrî hate dayin.