Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî di 21'ê Îlonê de li Dortmundê ye

Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî di 21'ê Îlonê de li Dortmundê ye

21. Festîvala Çand û Hunerê ya Navnetewî, bi dirûşma "Ji Kurdistanê re Aştî, ji Ocalan re Azadî" di 21'ê Îlonê de îsal li bajarê Elmanya Dortmundê tê lidarxistin. Endamê Desteya Rêveberiyê ya YEK-KOM'ê Erol Polat der heqê xebatên amadekariya festîvalê de agahî da û bang li tevahiya Kurdên li Ewropayê û dostên wan kir ku beşdarî festîvalê bibin.

Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî, ku her sal bi kevneşopî li Ewropayê tê lidarxistin, îsal a 21. pêk tê. Çalakiya ku  Kurdên li Ewropayê tîne cem hev, ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê YEK-KOM'ê ve tê organîzekirin.

Festîval ku organîzasyona herî mezin a çandî ya Kurdên li Ewropayê ye, îsal ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin û ji bo bîranîna welatiyên li Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin, tê lidarxistin. Festîval wê di 21'ê Îlonê de li Westfalenpark a li bajarê Dortmûndê were organîzekirin û Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm, nûnerên BDP û saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê, nûnerên Partiya Çep a Elmanyayê, wê axaftinan bikin.

Gelek sazî û komele jî wê li festîvalê konên xwe vedin û çanda Kurd bidin naskirin.

Di bernameya çandê ya festîvalê de jî Koma Berxwedan, Zarokên Aram Tîgran, Jinên Mezopotamya, Dengê Ciwanan, Kilamên Me, Dîwana Dengbêjan, Govenda Hezaran wê derkevin ser dikê. Tê payîn ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve li festîvalê konê dengbêjiyê bê vedan.

Festîval wê êvara Înê bi panêlan destpê bike. Endamê Desteya Rêveber a YEK-KOM'ê û endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Erol Polat got, "Festîval wê êvara 20'ê Îlonê bi panêlên li ser pêşveçûnên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê destpê bike. Di van panêlan de wê beşdarên Kongreya Netewî ya Kurd, Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm û nûnerên KCD'ê jî amade bin."

Polat da xuyakirin ku ew Festîvala Çanda Kurd di pêvajoyeke girîng de lidar dixin û got, "Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Hem şoreşa Rojava hatiye qonaxekê, hem jî êrîşên giran hene. Di pêvajoyeke ewçend girîng de em bang li gelê xwe dikin ku ji bo piştgirîday^na Rojava, tevlî festîvalê bibe."