FEDA, Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) got, “Em Cejna Çarşema Sor a civaka me ya Êzidî ku baweriya qedîm a gelê me ye û paşeroja me di nav xwe de dihewîne, pîroz dikin.”

FEDA, Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em Cejna Çarşema Sor a civaka me ya Êzidî ku baweriya qedîm a gelê me ye û paşeroja me di nav xwe de dihewîne, pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civaka Êzidî ya tevî tevahiya dîrokê rastî êrîş hatiye jî li ber xwe daye û ji ber vê berxwedana xwe îspat kiriye ku dikare xwe bigihîne pêşerojê. Daxuyanî wiha dewam dike: “Bi êrîşa dawî ya DAIŞ re civaka me ya Êzidî ya bi fermana 73. re rû bi rû hat, tevî vê keraseta mezin berxwedana parastina cewherî xurt kir û vê trajediyê ber bi serketin û yekîtiyê ve dibe. Em wek pêkhateyeke qedereke hevpar, diyar dikin ku em Elewî û Êzidî em ê têkoşîna xwe bikin yek li Kurdistan û Rojhilata Navîn di nav neteweyeke demokratîk de bijîn. Bi vê wesîleyê em careke din Cejna Çarşema Sor pîroz dikin.”