Ew 23’ê Nîsanê çi bikin!
Îro 23’ê Nîsanê ye, li Amedê zarokên neçarin li kolanan bixebitin an jî bi zorê tên xebitandin, ev roj bihistine lê heta vî temenê xwe qet beşdarî merasîman nebûne, temaşe nekirine.
Îro 23’ê Nîsanê ye, li Amedê zarokên neçarin li kolanan bixebitin an jî bi zorê tên xebitandin, ev roj bihistine lê heta vî temenê xwe qet beşdarî merasîman nebûne, temaşe nekirine.
Îro 23’ê Nîsanê ye, yanî bi munasebeta îlankirina Meclîsê re, ‘Cejna Zarokan’ a diyarî zarokan hatiye kirin e… Zarokên bi cil û bergên rengîn dibin cihên merasîman, wê wate û girîngiya rojê ji bo wan bê vegotin, merasîma fermî ya derbasbûnê wê pêk bê û wê wateya vê rojê bê vegotin.
Li Amedê zarokên neçar in li kolanan bixebitin an jî bi zorê tên xebitandin, ev roj bihistine lê heta vî temenî xwe qet beşdarî merasîman nebûne, temaşe nekirine.
Hinek li kolanê, hinek ji çopê kaxizan berhev dikin, hinek pêlavan boyax dikin, hinek nanên ku dayika wan li tenurê pijirandine li Baglar û Balikçilarbaşi bi 1 TL difroşin, hinek li bajaran barkêşiyê dikin, hinek selpaqan difroşin..
23’ê Nîsanê ji bo wan tiştekî îfade nake. Merasîma fermî ya ku her sal li stadyum û ber walîtiyê tê kirin, tenê bihistine. Agahiya ku îro cejna zarokane jî tenê ji televîzyonan dizanin. Dîsa ji televîzyonan dîtine ku vê rojê zarok çend deqeyan li kursiya serokwezîr, şaredar û walî rûdinin.
Derdê wan ne cejn an jî merasîm e; ew di derdê ku wê rojê ji karê ku dikin çiqas pere qezenc bikin de ne.
Ev cejna ku îro tê pîrozkirin her çiqas ji bo wan be jî, ew neçar in li kolanê bixebitin.
Zarokên Amedî yên ku nîvê rojê diçin dibistanê û nîvê rojê dixebitin.
Zarokên ku dibistan terk kirine, bi boyaxkirina pêlavan û berhevkirina kaxizan li malbata xwe dinêrin hen. Ya ji gund koç kirine yan jî kesek ji malbatê tine ku bixebitin. Yanî barê aboriya malbatê di vî temenî de ketiye ser milê wan.