Ethem Sarisuluk li ser gora xwe hat bîranîn
Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hat qetilkirin, li Çorûmê li ser gora xwe hat bîranîn.
Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hat qetilkirin, li Çorûmê li ser gora xwe hat bîranîn.
Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hat qetilkirin, di 2. salvegera de li Çorûmê li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna ser gora Sarisuluk a li gundê Beyîce yê girêdayî navçeya Sûngûrlû ya Çorûmê de dayika Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, dayikên Alî Îsmaîl Korkmaz û Ahmet Atakan ên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn û kesên hatin bîranînê pêşwazî kirin. Girseya li gund kom bû, bi pankarta “Hevrêyê Gel Ethem Sarisuluk nemire” û bi dowîzan ber bi goristanê ve meşiyan.
Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir, dayika Sarisuluk got, wê ji polîs Ahmet Şahbaz ê kurê wê qetil kir nêz an jî dereng hesab bê pirsîn. Sarisuluk got: “Em ê bi xwe ji kesên ev êş bi me dan jiyîn hesab bixwazin.”
Dayika Ahmet Atakan, Emsal Atakan jî got: "Em bêriya zarokên xwe dikin. Zarokên me nayên! Kesên ew qetil kirine hê li ser wezîfeyê ne.”
Piştî axaftinan li ber gora Sarisuluk dara çinarê hat çandin.