Ermenan li Parîsê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin

Li paytexta Fransa Parîsê, bi banga Federasyona Komeleyên Ermenan, êrişên Azerbaycanê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî Ermenistanê dike, hatin şermezarkirin.

Tevî gelê Ermen, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên li Fransayê (CDK-F), gelek wekîl, senator û şaredarên herêmên Parîsê li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Azerbaycanê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Qerebax a me ye, Azerbaycan-Tirkiye bicehimin", "Aliyev, Erdogan kujer in" hatin qîrîn.

Serokê Federasyona Komeleyên Ermenan Mûrat Papazyan, Senatrîsta Komarger Valerîe Boyer, Parlamenter Françoîs Pûpponî, Val d'Oîse û Şaredarê Alfotvîlle Lûc Carnoûvas li qada çalakiyê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk çeteyên ku li herêmên dagirkirî yên Kurdistanê bi kar tîne derbasî Azerbaycanê kiriye, li dijî Ermenistanê dide şerkirin û destnîşan kirin ku rejîma Erdogan ji bo cîhanê veguheriye rejîmeke metirsîdar.

Qisekeran ragihandin ku Azerbaycan aliyê sorkirina şer e û destnîşan kirin kirin ku rejîmên Erdogan û Aliyev rejîmên dîktatorî ne, bang li saziyên navneteweyî kirin ku li hemberî van rejîman tavilê pêkanînan ferz bikin.

Her wiha bang hate kirin ku bêyî şer mezin bibe, bê bidawîkirin.

Bi navê NCDK-E'yê jî endama Komîsyona Têkiliyên Derve Berîvan Firat axivî. Berîvan Firat diyar kir ku dewleta Tirk şerekî li dijî Ermenistanê plan kiriye û çeteyên li dijî Kurdan di komkujiyê û dagirkirina Kurdistanê de bi kar aniye niha li dijî Ermenistanê bi kar tîne.

Berîvan Firat bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze Qirkirina Ermenan a 1915'an dubare bike û got, "Ez gotina 'Berxwedan jiyan e' ya Kurdan diyarî wer dikim." Berîvan Firat destnîşan kir ku gelê Kurd bi gelê Ermen re ye.