Êrîşa li hember Kobanê bi girseyî hat şermezarkirin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li Amed, Êlih, Elezîz, Agirî, Wan, Mêrdîn û Îzmîrê ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li Amed, Êlih, Elezîz, Agirî, Wan, Mêrdîn û Îzmîrê ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen diyar kir ku di demên dawî de li hemberî destketiyên kurdan êrîş pêk tên û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê jî bi vê armancê ne.

Rêxistinên DBP-HDP'ê yên Amedê bi armanca şermezarkirina êrîşen çeteyên DAIŞ'ê yên duh li Kobanê li hemberî welatiyên sivîl pêk hat, meş li darxistin. Meş li ber avahiya DBP'a Amedê dest pê kir û li Parka Koşuyoluyê bi dawî bû. Rêveberên HDP-DBP'ê yên Amedê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Em qetlîama li Kobanê şermezar dikin" hat hilgirtin, alên YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" hat berzkirin. Meş li Parqa Koşuyoluyê bi dawî bû. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivî. Şîmşek diyar kir ku di demên dawî de li hemberî destketiyên kurdan ên li Rojava û Tirkiyeyê êrîş pêk tên. Şîmşek anî ziman ku sedema van êrîşan nehezmkirine û wiha got: "Ev derdor bi her awayî bi ser gel de diçe û komkujiya pêk tîne." Şîmşek êrîşên li hember Kobanê bi bîr xist û wiha axivî: "Divê baş bê zanîn ku Kobanê ne cihekî biçuk e. Kobanê Amed e, Kobanê Mahabad e, Kobanê Kurdistan e û wê her dem li ser piyan bimîne."

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Omer Onen jî daxuyanî xwend. Onen diyar kir ku di nav serkeftinên demên dawî yên gelê kurd de azadkirina Kobanê, serkeftina HDP'ê ya hilbijartina 7'ê hezîranê û herî dawî azadkirina Girê Spî ye û wiha got: "Kesên van destkeftiyan hezm nakin bi tifaqî û rêbazên cuda êrîş li gelê kurd dikin."

'152 SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAN'

Onen derbirî kir ku duh serê sibehê çeteyên DAİŞ'ê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî li gelê sivîl ê Kobanê kirine û wiha axivî: "Jin, zarok, pîr û kal jî di nav de hedef girtin û komkujî pêk anîn. Di encama êrîşê de 152 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û bi sedan welatî jî birîndar bûn." Onen destnîşan kir ku gelê ku ji bo azadiya xwe tekoşînê dide li hemberî êrîşan paşda gav navêje û wiha pê de çû: "Wê zarokên vî gelî hesaba qetlîamê ji we bipirse."

'DI MEZINBÛNA DAIŞ'Ê DE ROLA AKP'Ê MEZIN E'

Onen da zanîn ku politikayên AKP'ê yên bi hevkariya DAIŞ'ê li Suriyeyê pêk tê êdî têk çûne û wiha got: "Polîtîkayên hikumeta AKP'ê, DAİŞ'ê xwedî dike, bi hêz dike û teşvîk dike. Di demên dawî de çapemeniya AKP'ê manşetê wekî 'PYD ji DAİŞ'ê xirabtire' diavêjin û ev yek piştevaniya çeteyan nîşan dide û şênber dike. "