Êrîşa li dijî dibistanên Kurdî li Xîzanê rastî bersivê hat

Êrîşa li dijî dibistanên Kurdî li Xîzanê rastî bersivê hat

Astengkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li dibistanên li Amed, Colemêrg û Şirnexê, li navçeya Bedlîs Xîzanê bi çalakiya "dibistana alternatîf" hat şermezarikirin.

Li navçeya Bedlîs Xîzanê, Hevşaredara Bedlîsê Rûken Yildirim, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê jî di nav de nêzî 100 xwendekar û malbatên wan, li Parka Feqiyê Teyran a li navenda bajêr hatin cem hev û zexta desthilatdariyê ya li dibistan û perwerdeya bi zimanê Kurdî, şermezar kirin.

Li dû daxuyaniya çapemeniyê ya li vê derê, ji xwendekaran re li parkê dersa zimanê Kurdî hat dayîn.