Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Kolnê hat şermezarkirin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li bajarê Koln ê Elmanyayê li ber Konsolosxaneya Tirk hat şermezarkirin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li bajarê Koln ê Elmanyayê li ber Konsolosxaneya Tirk hat şermezarkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê û Meclîsa Jinan a Sara a Bonn hat organîzekirin gelek Kurdistyanî amade bûn.

Êrîşa hov a çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Koln a Elmanyayê hat şermezarkirin.  Di çalakiyê de di axaftinên li ser navê meclîsên jinan hatin kirin çeteyên DAIŞ û hêzên piştgiriyê didin çeteyan hatin şermezarkirin.

Di axaftinan de hat gotin ku pêwîst e, Kurd li hember hêzên piştgiriyê didin çeteyan xwedî helwest bin, eniya şoreşger a enternasyonalîst a ruhê berxwedana Kobanê afirand aktîf be û hê zêdetir li Kobanê xwedî derkevin.

Hat diyarkirin ku bi êrîşa dawî re careke din derket holê ku çete ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin, rê ve birin û Kurd pir baş dizanin kê ev êrîş plan kiriye û li pişt vê êrîşê ne.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Wê Kobanê ji DAIŞ re bibe gor”, “Çeteyên Qatil ji Kobanê bicehimin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG û YPJ” hatin gotin. 

 

...