'Em teslîmî tarîtiyê nabin'
Bi deh hezaran kesên Kadikoya Stenbolê li hev kom bûn û ji polîtîkaya perwerdeyê ya paşverû, mezhebperest û yekperest a hikûmeta AKP’ê re gotin êdî bes e.
Bi deh hezaran kesên Kadikoya Stenbolê li hev kom bûn û ji polîtîkaya perwerdeyê ya paşverû, mezhebperest û yekperest a hikûmeta AKP’ê re gotin êdî bes e.
Bi deh hezaran kesên ku bi pêşengiya rêxistinên Elewî û Egîtîm-Senê li Kadikoya Stenbolê li hev kom bûn û ji polîtîkaya perwerdeyê ya paşverû, mezhebperest û yekperest a hikûmeta AKP’ê re gotin êdî bes e. Di mitîngê de parlamenterên HDP û CHP’ê, rêxistinên girseya demokratîk û hevparên sosyalîst beşdar bûn û Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan şermezar kirin û peyama “Em teslîmî tarîtiyê nabin” dan.
Mitînga girseyî ya bi dirûşma, “Em perwerdeya zanîstî, demokratîk, zimanê zikmakî û hemwelatiyeke wekhev dixwazin” bi pêşengiya rêxistinên Elewî û Egîtîm-Senê hate lidarxistin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku ew ê teslîmî polîtîkayên paşverû û tarîtiyê yên hikûmeta AKP’ê nebin. Parlamenterên HDP, CHP, bavê Berkîn Elvan ê ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû Samî Elvan û bavê Alî Îsmaîl Korkmaz Alî Korkmaz, di refên pêş ên mitîngê de cihê xwe girtin. Her wiha HDK, Tevgera Hevgirtî ya Hezîranê, partiyên siyasî, girseyên demokratîk, platform, sendîka û alîgirên futbolê tevlî mitîngê bûn.
Bi deh hezaran kesên ku ber bi Qada Îskele ya Kadikoyê li hev kom bûn û diyar kirin ku ew ê rê nedin polîtîkayên paşverû yên hikûmeta AKP’ê.
Di mitîngê de dirûşmên, “Li diî faşîzmê mil bi mil”, “Em teslîmî tarîtiyê nabin”, “Em nabin Elewiyên dewletê”, “Bila dersa bi darê zorê ya ol bê rakirin”, “Roj wê bê çerx wê bizivire, AKP wê hesabê bide gel” hatin gotin. Di mitîngê de çeteyên DAIŞ’ê hatin naletkirin û posterên Hz. Elî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 8 ciwanên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn, alên YPG, HPG û KCK’ê hatin hilgirtin. Her wiha di mitîngê de hate diyarkirin ku ew ê tevlî boykotkirina perwerdeyê ya ku wê 13’ê Sibatê pêk bê bibin.
EM Ê MÎNA HUSEYNÊ LI BER YEZÎD STÛ XWAR NEKIR, STÛYÊ XWE XWAR NEKIN
Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Fevzî Gumuş ve hate kirin. Gumuş da zanîn ku ew bi daxwaza perwerdeyeke demokratîk, bi zimanê zikmakî û laîk li vê derê kom bûne ew ji polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên xeyalê avakirina Osmanî û emperyalîzmê dike re bêjin “êdî bes e”. Fevzî da zanîn ku ew ê mîna Huseynan li dijî Yezîd û Muawiyan li ber xwe bidin û got ku çawa Huseyinan li hemberî Yezid stûyê xwe xwar nekir, ew jî wê stûyê xwe xwar nekin.
EM TI CARÎ DEST JI PERWERDEYA ZANÎSTÎ Û LAÎK BERNADIN
Serokê Egîtîm-Senê Kamûran Karaca jî diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji roja ku hate ser desthilatiyê û vir ve dibêje qey ti kesek din tine ye û hewl dide li gorî dilê xwe perwerdeyê paş bixe û got: “Ev ên ku serê wan mîna pîrhebokan in, dixwazin zarokên 6 salî li gorî îdeolojiya xwe biafirînin.” Karaca banga tevlîbûna boykota ku wê 13’ê Sibatê destpê bike, kir û got ku ew ê ti carî dest ji perwerdeya zanîstî û laîk bernedin.
EROGLU: EM DIXWAZIN CEMXANE BIBIN PERESTGEH
Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Riza Eroglu jî diyar kir ku ew ti carî perwerdeya olî ya bi darê zorê qebûl nekin. Eroglu careke din daxwazên Elewiyan rêz kir û got ku ew dixwazin cemxane bibin perestgehên fermî.
ERDOGAN HATE ŞERMEZARKIRIN
Serokê Federasyona Weqfên Elewî Remzî Akbulut bibîr xist ku pirsgirêkên civakî, siyasî, bawerî û çandî yên Elewiyan hene û da zanîn ku her çendî hikûmet dixwazên Elewiyan li gorî xwe dîzayn bikin, lê ew ê vê yekê bi ser nexe. Akbulut ji ber çêkirina perestgehên Elewiyan cemxaneyan malavahiya şaredariyên HDP û CHP’ê kirin. Piştî got: “Em ji bo bibin dengê Elewî, Çerkez, Ermenî û Kurdan, em li vir in. Em ji bo demokrasî û wekheviyê li vir in. Bila Serokkomar Erdogan vê yekê bibîne” girseyê bi dengekî Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi “yûhhan” şermezar kirin.
Piştî daxuyaniyên hatin dayin Agirê Jiyan, Tolga Sag û Erdal Erzîncan derketin ser dikê û li ber stranên van hunermendan govend hate gerandin.