'Em ê li dijî bendava Farqînê li ber xwe bidin'

Ekolojîst Yanliç diyar kir, bi Bendava Farqînê re hewl tê dayîn, çand û xwezaya Kurdistanê ji holê bên rakirin û destnîşan kir, ku ew ê li dijî vê li ber xwe bidin.

Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Guner Yanliç bibîr xist, ku çêkirina Bendava Farqînê di sala 2011'an de dest pê kiriye û got, dewleta Tirk vê bendavê weke rêbazek şerê taybet ê li Kurdistanê bi kar tîne. 

Yanliç işaret bi pêla 'Bendavên Ewlekariyê' kir û anî ziman, bi van bendavan re ku di serdema desthilatdariya AKP'ê de ketin dewrê, tê xwestin xweza, çand û nirxên dîrokî yên Kurdistanê ji holê bên rakirin. Yanliç destnîşan kir, ku ew ê destûrê nedin AKP'ê ku Kurdistanê talan bike.

'TIRKIYE WELATÊ YEKEMÎN E KU JI BO EWLEKARIYÊ BENDAVAN ÇÊDIKE'

Yanliç bibîr xist, Geliyê Goderne, ku Bendava Farqînê lê tê çêkirin, herêmeke berfireh e ku digihêje heta Farqîn, Licê, Pasûr û Hezroyê.

Yanliç ragihand, desthilatdariya AKP'ê vê bendava li Geliyê Goderne bi armanca ewlekariyê çêdike û got, "Mînakeke din a bendavên ewlekariyê li cîhanê nîne. Bendavên li cîhanê tên çêkirin ji bo enerjî û avdanê ne. Dewleta Tirk bû welatê yekemîn ku bi armanca ewlekariyê bendavan çêdike. Tirkiyeyê heta niha bi mejiyê ewlekariyê 11 bendav çêkiriye. Bendava Ilisû û Bendava Farqînê ku hê tên çêkirin, bi heman mejî tên çêkirin.

'NIRXÊN GELÊ KURD ASÎMÎLE DIKIN'

Yanliç anî ziman, Bendava Farqînê weke rêbazeke şerê taybet a li dijî şêweyê jiyanê, nirxên çandî û dîrokî yên gelê Kurd tê çêkirin û wiha dewam kir: "Bi çêkirina vê bendavê re dixwazin şêweyê jiyanê yê gelê Kurd biguherînin. Asîmîlekirina civakeke ji qadên xwe yên jiyanê qut bûye, dûrxistina vê civakê ji nirxên wê yên çandê, li gorî wan hêsantir e. AKP'ê ji ber ku dev ji zîhniyeta înkar û asîmîlasyonê bernedaye, serî li vê rêbaza şerê taybet dide."

Guner Yanliç bal kişand ser zerara bendava li Geliyê Gonderne ku dide xwezayê û got, "AKP'ê pêvajoya şer ji xwe re weke firsendekê dibîne û bi rengekî bêsînor xweza, dîrok û çanda Kurdistanê tine dike."

Yanliç bibîr xist, ku li Geliyê Goderneyê bi sedan gund hene û destnîşan kir, dewleta Tirk bi çêkirina bendavan re qadên jiyanê yên mirovan tine dike, mirovan ji koka wan qut dike, neçarî koçberiyê dihêle û bi vî rengî bê qîmet dike.

Yanliç ji dewleta Tirk xwest, dest ji talankirina cih û warên jiyanê yên li Kurdistanê berde.

'EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Yanliç anî ziman, weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê wan berî çar salan dest bi berxwedana li dijî çêkirina Bendava Farqînê kirine û diyar kir, ji niha û pê ve jî ew ê bi çalakiyan vê berxwedana xwe bidomînin.

Yanliç bang li gelê Kurdistanê kir, ku xwedî li xweza, çand û nasmaeya xwe derkeve û li hemberî vê êrîşê bêdeng nemîne. Her wiha ji ekolojîst û aktîvîstên xwezayê jî xwest, dest bi çalakiyan bikin.