‘Em ê heya dawiyê têbikoşin’
Endamên Piştevaniya Taksîmê Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hate qetikirin bibîr anîn.
Endamên Piştevaniya Taksîmê Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hate qetikirin bibîr anîn.
Berkîn Elvan (15) ê di berxwedana Gezî de polîsan bombeya gazê li serî wî da û piştî 369 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin û jiyana xwe ji dest da di duyemîn salvegera roja jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat, heval û endamên Piştevaniya Taksîmê li cihê lê birîndar bû û li ser gora xwe hate bîranîn. Bavê Elvan Samî Elvan diyar kir ku hê kiryarên kurê wî nehatine dîtin û wiha got: "Belgeya diziyên kirin nepirsîn lê belgeya nankirînê pirsîn. Kurê min ji bo nan bikirine derket pêwîst be em ê belgeya wê jî bidin."
Endamên Piştevaniya Taksîmê Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de li Okmeydani ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û piştî 269 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin jiyana xwe ji dest da li cihê lê hat birîndarkirin bibîr anîn. Dayik û bav Elvan Gulsum û Samî Elvan, xizmên wî û hevalên wî tevlî bîranînê bûn. Hevalên Berkîn li cihê lê hat birîndarkirin nan û qurnefîl danîn.
Hevalên wî wêneyên Berkîn li rûyê xwe dan û dirûşmên "Hêvî, dil, îsyan nemiriye Berkîn Elvan" û "Rêheval Berkîn Elvan nemir e" gotin. Malbat û Piştevaniya Taksîmê hatin cihê bûyerê û find pêxistin û Berkîn bibîr anîn.
'NIHA LÊPIRSÎN HATIYE RAWESTANDIN'
Parêzera Malbatê Oya Arslan diyar kir ku têkoşîna ji bo Berkîn hat dayîn ji bo kesên lêgerîna edaletê dikin û hatin qetil kirin bû sembol. Arslan têkildarî lêpirsîna der barê Berkîn de hatiye destpêkirin agahî dan û wiha got: "Dozgerê lêpirsîna dosyayê dimeşand hat guherîn. Em hewl didin bi dozger re hevdîtinê bilin lê heya niha me nekir. Divê 4 kesên Berkîn kuştin bên dîtin. Herî dawî wêneyên 21 kesan hatin. Dosya ji bo ji nû ve bê tesbîtkirin hatin şandin. Niha lêpirsîn hatiye rawestandin. Dozger dest bi tevgerê nake. Gelek caran em ji bo hevdîtinê çûn lê me hevdîtin nekir."
'GELO TESBÎTKIRINA 4 KESAN GELEK ZOR E?'
Arslan da zanîn ku sedema rawestandina lêpirsînê hikûmet e û wiha axivî: "Pêvajoya darizandinê hatiye sabotekirin. Dozger û dadger di bin zextan de ne. Gelo tesbîtkirina 4 kesan gelek zor e? Na dizanin. Ji ber wê yekê belav kirin. Niha vedişêrin lê ev yek gelek dirêj nebe." Arslan bilêv kir ku têkildarî qetilkirina Berkîn de doza manewî ya ji 5 hezar TL. pêk tê vekirin lê Wezareta Karên Hundir ev red kir.
‘KURÊ MIN JI BO NAN BIKIRE DERKET, PÊWÎST BE EM Ê BELGE JÎ BIDIN’
Piştî Arslan, bavê Berkîn Samî Elvan axivî û got ku ciwanên ku ji bo Berkîn pankart daliqandine bi 8 salan ve tên darizandin lê kujerên kurê wî hê jî îro li holê nînin. Elvan anî ziman ku yekane daxwaza wan îro bi cih hatina edaletê ye û ev edalet tenê ne ji bo wan ji bo mirovê hêrî jor jî pêwîst e.
Elvan bilêv kir ku îro li pey vê yekê ne û berteka xwe ya li dijî nedîtina kiryaran jî bi gotina “Ez ê heta dawî têkoşîna xwe bi domînim. Ji ber ku zarokê 14 salî terorîst îlan kirin. Belgeya nan kirînê pirsîn. Zarokê min ji bo nan bikire derket pêwîst bike em ê belge jî bidin” anî ziman.
‘KURÊ MIN ÎTÎBARA WÎ KIR SIFIR’
Gulsum Elvan jî diyar kir ku êdî tiştekî ku ew bibêje nemaye û Serokkomar Erdogan qast kir û gotina “kurê min îtibara wî kir sifir” bi kar anî.
Ji Piştevaniya Taksîmê jî Mucella Yapici jî got: “Heta kujerên şehîdên Geziyê û yên rê dane wan bên dîtin edalet bi cih bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan girse çû Goristana Ferîkoyê û gora Berkîn ziyaret kirin.
Di serdane goristanê de demên hestyar rû dan. Dayika Berkîn û xizmên wan bi Kirmanckî lorandin û Berkîn bibîr anîn.
Samî Elvan li vir spasiyên xwe ji bo kesên hatine û xebatkarên çapemeniyê kir û wiha axivî: “Gelek keda we ji bo me heye, hêza manewî ya ku we daye me li ser piyan digire. Hêvîdar im zarokên me yên ku îro pê ve derdikevin derve neyên qetilkirin. Daxwaza min ew e ku yên ku ev tişt anîn serê me bêhtir bikişînin.”
Malbat û hevalên Berkîn piştî serdanê ji goristanê veqetiyan.