Elmanyayê rêjeya belavkirina CO2 kêm kir

Elmanya ku hîn jî li Ewropayê yek ji wan welatan e ku herî zêde karbondîoksîtê (CO2) belav dike, armanca xwe ya têkildarî vê mijarê par bi sala şewbê bi cih anî.

Elmanya ku bi emîsyona ji 800 milyon tonî ya CO2 li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) di rêza destpêkê de ye, bi taybetî ji ber santralên termîk ên di hilberîna elektrîkê de sûd jê werdigirt, dihate rexnekirin. Lê belê Elmanyayê bi taybetî van salên dawî giranî da ser hilberîna elektrîka ji enerjiya dikare bênûkirin, ya ji rojê, ba û avê. Elmanyayê yekemcar di hilberîna elektrîkê de par santralên komirê xist rêza duyemîn.

LI GORÎ ASTA SALA 1990'Î BI RÊJEYA JI SEDÎ 42.3 KÊM KIR

Di armanca avhewayê ya Elmanyayê de nûçeyek erênî doh li Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) de hate weşandin. Elmanyayê plan kiribû ku heta sala 2020'î asta belavkirina CO2 li gorî asta sala 1990'î bi rêjeya ji sedî 40 kêm bike. Hate ragihandin ku Elmanyayê ev armanca xwe bi ser xistiye.

Li gorî nûçeya DPA'yê ku agahiyên xwe dispêre analîza saziya ramanî Agora Energîewende, Elmanyayê CO2 a ku sala 2020'î belav kir, li gorî rêjeya sala 2019'an bi 80 milyon tonî kêm kir. Di vê çarçoveyê de belavkirina ku sala 2019'an 800 milyon ton bû, di sala 2020'î de daket 722 milyon tonî. Ev yek jî li gorî rêjeya sala 1990'î kêmbûnek di asta ji sedî 42.3 de ye.

EGER NE JI ŞEWBÊ BÛYA WÊ BI SER NEKETIBÛYA

Pêkhatina armanca Elmanyayê li Ewropayê girîng bê dîtin jî, pêwendiya vê armancê bi şewba Covîd-19 re dibe cihê fikaran.

Li gorî analîza Agora Energîewende, eger ji ber şewbê aborî biçûk nebûya, wê nepêkan bûya ku armanca têkildarî CO2 hatibû danîn bi cih bihata anîn. Di analîzê de hate ragihandin ku eger ne ji şewbê bûya, ev kêmbûn wê tenê 25 milyon ton bûya. Ev jî tê wê wateyê ku li gorî rêjeya sala 1990'î tenê wê kêmbûna ji sedî 37.8 bûya.