Dortmûnd li benda Kurdan e

Dortmûnd li benda Kurdan e

Kurdên li Ewropayê, wê sibê di 21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Elmanya Dortmûndê de bên cem hev. Endamê Koma Berxwedan Ozan Seyidxan, ku wê bi kadroyeke mezin a ji 30 kesan derkeve ser dike festîvalê, bal kişand ser girîngiya festîvala îsal û bang li Kurd û dostên wan kir ku beşdarî festîvalê bibin.

21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku tê payîn bibe çalakiya herî mezin a Kurdên li Ewropayê ya îsal, sibê li bajarê Elmanya Dortmûndê li Festfalenhallenpark'ê tê lidarxistin. 

Festîvala ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ve tê organîzekirin, bi şiyara "Ji Kurdistanê re Statu, ji Abdullah Ocalan re Azadî" pêk tê. Festîvala îsal diyarî şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û têkoşerên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.

Di serî de Elmanya ji tevahiya welatên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan dê li festîvalê de bên cem hev û tê payîn xwedîderketina li berxwedan û şoreşa Rojava morê li festîvala îsal bixe.

Ji gelek welatên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî, wê îro ji piştî nîvro û pê ve bi otobus, wesayîtên taybet, tren û balafiran têkevin ser rêya Dortmûndê.

Bi sibeha Şemiyê re bi deh hezaran kes dê li qada festîvalê bicivin. Tê payîn festîvala îsal ji gelek aliyan ve bibe festîvala herî xurt û mezin a salên dawî.

GELEK SIYASETMEDAR BEŞDARÎ FESTÎVALÊ DIBIN

Tevî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, nûnerên KCK, KONGRA-GEL, KNK, KCD, BDP, Konseya Bilind a Kurd, Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCD-E), Partiya Çep a Elman û gelek kesayetên navdar beşdar bibin û peyaman bidin.

BERNAMEYA DEWLEMEND A ÇANDÊ

Di festîvalê de, wê bi dehan partî û saziyên Kurd ên li Ewropayê kar dikin, xebat û bermendên xwe li stand û konan pêşkêş bikin. Bernameya çandê ya festîvalê jî gelekî dewlemend e.

Li gel hunermendên deng, muzîsyen û ekîbên govendê, dê bi sedan hunermendên TEV-ÇAND'ê derkevin ser dikê. Koroya Zarokên Aram Tîgran a ji 80 zarokan û Koroya Dengê Ciwanan a ji hunermendên ciwan, komên herî rengîn ên bernameya çandê ne. Gelek hunermendên jin jî, dê bi Koroya Jinên Mezopotamya derkevin ser dikê û rengê xwe bidin festîvalê. Koroya Kilamê Ma ya Kirmanckî û Dîwana Dengbêjan jî rengên din ên festîvalê ne.

Di festîvalê de her weha dê ji Tirkiyê Grup Abdal-Halûk Tolga û Serhado yê ji aliyê ciwanên Kurd ve bi kêfxweşî lê tê guhdarîkirin, derkevin ser dikê.

Yek ji komên efsanewî yên muzîka Kurd Koma Berxwedan jî bi ekîba xwe ya ji 30 kesan wê cihê li ser sehnê bigire. Kom wê berhemên xwe yên berxwedanî û stranên xwe yên nû pêşkêşî beşdarên festîvalê bike.

'EMÊ STRANÊN BERXWEDANÊ BISTIRÊN'

Yek ji endamên Koma Berxwedan Ozan Seyidxan ji ANF'ê re peyivî, bal kişand ser girîngiya festîvala îsal û diyar kir ku wan îsal repertûareke taybet ji bo festîvalê amade kirine.

Seyidxan got, "Festîvala îsal gelekî girîng e. Ji bo bi coşeke mezin pêk were, amadekariyeke mezin heye. Bernameya çandê gelekî dewlemend e. Bi taybetî ji bo Koma Berxwedan cihekî taybet hatiye veqetandin. Emê jî bi hemû endam, muzîsyen û koroya xwe li wê derê amade bin. Bi stranên xwe yên berxwedanê emê di xizmeta gelê xwe de bin."

Ozan Seyidxan der barê stranên xwe yên di festîvalê de bistirê agahî da û ev xal destnîşan kir:

"Berxwedana 30 salan a gelê me, bingeha dîroka koma me ava kiriye. Emê jî van stranên xwe yên berxwedanê sibê li festîvalê bistirên. Di nava van de wê 3 stranên li ser berxwedana Rojava, gerîla, şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe. 3 berhem dê li ser Rojava 2 jî li ser Serok Apo be."

Seyidxand diyar kir ku di festîvala îsal de hunermendên TEV-ÇAND'ê wê bi hêz li ser dikê cihê xwe bigirin û got, "Ev jî nîşan dide ku di festîvalê de, ji dengbêjan heta hunermendên jin dê hemû hunermend ji sedî sed Kurd bin. Çand û govenda Kurd dê were pêşkêşkirin. Ev gelekî girîng e."

KONÊ DENGBÊJAN DÊ WERE VEDAN

Ozan Şemdîn jî da xuyakirin ku ew weke TEV-ÇAND'ê girîngiyeke mezin didin festîvala îsal û got, "Girîng e ku hemû hunermendên Kurd weke koroyê derkevin ser dikê. Emê jî kevneşopiya dengbêjiyê li festîvalê pêşkêş bikin. Bernameya "Şevbêrka Dengbêjan" ku heta niha me li televîzyonan dikir, emê li festîvalê çê bikin. Emê dengbêjên Kurdistanê, dengbêjên jin û ciwan li binê konê xwe bînin cem hev. Ji beşdaran re emê bernameyeke taybet amade bikin."