‘Divê dewlet sûcê qirkirinê qebûl bike’

Dayikên Şemiyê kesên di Komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û ev tişt anîn ziman: "Înkar binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e, berdewama sûc e. Em bang li dewletê dikin ku bi komkujî û qirkirinan re rû bi rû were."

Dayikên Şemiyê kesên di Komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û ev tişt anîn ziman: "Înkar binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e, berdewama sûc e. Em bang li dewletê dikin ku bi komkujî û qirkirinan re rû bi rû were."

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windahiyan bipirsin û hesab ji kujeran bipirsin her hefte çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 526'an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û pankarta "Kujer diyar in, windahî li ku derê ne?" vekirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin û rewşenbîrên Ermeniyan ên di komkujiya 1915'an de hatin qetilkirin hilgritin.

Di çalakiyê de kesên di Komkujiya Ermeniyan a 1915'an de pêk hat bi bîr anîn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hayrettîn Eren ê di 21'ê kanûna 1980'ê de piştî hat binçavkirin û hat windakirin ji hêla xwişka wî Îkbal Eren ve hat xwendin. Eren da zanîn ku rêveberên wî welatî zilm li gelên vir kiriye û got ku mînaka vê yekê Komkujiya Ermeniyan e. Eren bilêv kir ku komkujiya 1915'an deqek reş li ser eniya vî welatî ye û wiha got: "Dewlet ev sed sal in bi derxistina aloziyê hyewl dide ser vê qirkirinê bigire."

'PÊŞÎ BEDEN Û DAWIYÊ JI HIŞÊ MIROVAN BIRIN'

Piştî Eren, birayê Kenan Bîlgîn ê ku di 12'ê îlona 1994'an de piştî hat binçavkirin û hat windakirin Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn diyar kir ku her tim li ser kurd, ermenî u sosyalîstan komkujî pêk anîne û ev tişt anî ziman: "Êş û birîna hemû muxalîfan yek e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna hevpar bimeşînin."

'BÊDENGÎ ŞIRÎKATIYA SÛCÊ KOMKUJIYÊ YE'

Birayê Nurettîn Yedîgol ê di 12'ê nîsana 1982'an de hat windakirin, Muzaffer Yedîgol jî Tirkiye wekî "welatê goristanê" bi nav kir û wiha pê de çû: "Wextê ku dapîra min ji me re qala komkujiya ermeniyan dikir ji me re wekî çîrokekê dihat. Wextê ku em mezin bûn bi rastiya vê komkujiyê re rû bi rû man. Ji ber ku li hemberî komkujiya 1915'an bêdeng man di dema me de xizmên me hatin windakirin. Bêndengiya li hemberî vê komkujiyê şirîkatiya vê sûcî ye. Dengê xwe li hemberî vê komkujiyê bilindtir bikin."

Neviya rewşenbîra Ermenî Tutyan Avakiyan ê ku di komkujiya 1915'an hat qetilkirin, Aylîn Avakiyan jî di çalakiyê de axivî. Avakiyan got ku piştî kalikê wê birin leşkeriyê careke din venegeriya malê û wiha pê de çû: "Kalikê min pêşî di bedenan de hat windakirin û dawiyê di hişê mirovan de hat windakirin. Ti kesî çîroka kalikê min ji min re negot. Ez nizanim bê ev navê min ê ewiliye an jî bi navê xwe nizanim."

'DAWÎ LI ÎNKARÊ BÎNIN'

Piştî axaftinan daxuyanî ji hêla Sebla Saycan ve hat xwendin. Saycan diyar kir ku di 24'ê nîsana 1915'an de li ser fermana hikûmeta Îttîhat Terakkiyan Wezîrê Karên Derve Talat Bey li Stenbolê 250 rewşenbîrên ermenî li malên xwe hatin binçavkirin û wiha got: "Pêşî wan birin Girtîgeha Navendî ya Sultanahmetê. Dawiyê bi trênan wan birin Enqereyê û ji wir jî 158 kes bi komî birin Çankiriyê, 92 kes bi komî birin Ayaşê. Ji wan 174 ermenî ji hêla leşker û polîsan ve hatin qetilkirin. Bedena li rastê hiştin û li wir hiştin. Gorekî wan jî çênebû."

Saycan bilêv kir ku ti sûcê mirovahiyê di tariyê de namîne û wiha domand: "Her sûcê ku tê înkarkirin, rû bi rû nayên û hesabê wê nayê dayîn rê li ber sucên din vedike. Bi vê re dewleta tarî hebûna xwe didomîne." Saycan anî ziman ku divê bi komkujiyê re rû bi rû werin û wiah dawî li axaftina xwe anî: "Înkar binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e. Înkar berdewama sûc e. Dawî li înkarê bînin! Ev sûcên dijmirovahî û qirkirinên li wî welatî pêk hatine qebûl bikin."