‘Dîroka tevahiya gelê Kurd digire dest‘

Endama Desteya Perweredeyê ya Tevgera Kevana Zêrîn, Şêrîn Reşîd biryara deshilata Başûrê Kurdistanê ya ku destana Derwêşê Evdî ji biranşên xwe rakir, rexne kir û ev yek weke neheqî di derheqê du beşên girîng ên civaka Kurdî bi nav kir.

Nivîsgeha Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Hewlêrê, di 12’ê Kanûna 2021’an de bi fermaneke wezîrê perwerdeyê Alan Heme Seîd Salih, biryara derxistina destana Derwêşê Evdî ji pirtûka edebiyata Kurdî ya ji bo sinifa 10´an a dibistana amadeyî ragihand. Di fermanê de sedema derxistina çîrokê ji pirtûkên dersê nehatiye ravekirin, lê hatiye gotin ku wê çîrok di çapên nû yên kitêba dersê de jî nebe. Hin alî rexneyê li vê biryarê girtin, ji ber ku wezaretê, ji ber Êzîdîbûna Derwêşê Evdî dibe ku ev biryar dabe.

Endama desteya perweredehiyê ya Tevgera Kevana Zêrîn, Şêrîn Reşîd derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev destan mîna destana Gilgamiş, Odîsa û her wekî dîtir girîng û sereke ye, nemaze ku destanên Kurdan mîna Derwêşê Evdî, Mem û zîn ya Memê Alan û her wekî din di dîrokê de ji bo hevgirtina gelê Kurdistanê bi roleke girîng lîstine.

Di 12’ê Kanûna 2021’an de wezareta perwerdeyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku sala bê wê destana Derwêşê Evdî ji biranşên xwe rake, di vê derbarê de gelo nerîna we li ser vê biryarê çi ye?

Ev biryar neheqiyeke di derheqê du beşên girin ên civaka Kurdî de ye, her du beş jî ev in:

Beşa yekem nifşên niha û yên pêşerojê ên ku wê temsîl dike, ên ku wê li ser dîrokeke vala mezin bibin, ev yek girîngtirîn xalên zivirîna dîrokê ye ku hebûna Kurdan ji mêj ve tespit dike û her wiha rûbirûbûna wan a dijwar li hember dijminên dagîrker ên Kurdistanê jî îspat dike.

Beşa duyem jî nifşên paşerojê ne ên ku di bin şûrê olê de gelek zehmetî, êş û azarî kişandine ji bo bidestxistina destkeftiyên dîrokî ên binirx mîna destaneya Derwêşê Evdî ya ku lehengbûn û cesareta Gelê Kurd û yê Êzidî nîşan dide. Nifşên berê parastina van destkeftiyên mîna destane, çîrok û çand, folklorê Kurdî û hwd kirin, ev yek jî bi rêya vegotina van serpêhatiyan bi awayekî devkî ji nifşên bê re mîna stran, dengbêjî, dîlan û sema û hwd li gor min biryara rakirina destaneya Derwêşê Evdî înkarkirina ked û destkeftiyên nifşên rabirdûyî ye.

Destaneya Derwêşê Evdî ji gelê Kurd re çi nîşan dike û mijarên wê li ser çi ne û girîngiya wê çi ye?

Destaneya Derwêşê Evdî pirsgirêk û mijarên Gelê Kurd ji destpêkê heta roja me ya îro nîşan dike. Ji xwe tiştên ku li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û xwînxwar ve qewimîn ku armanca wan pişaftin û qirkirina gelê Kurd bû. Ev yek ne dûrî bûyerên destana Derwêşê evdî ne, ji ber ku di wê serdemê de êla Gêsî heman hewildan kiribûn ku Gelê Kurd têk bibin û wan tune bikin. Her wiha di miceleda dawî ya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi navê “Ji Kurdên ku di nava qirkirin û tunekirina çandî de neçar mane” bal kişand ser girîngiya çanda Kurdî û çawaniya parastina mîras û destkeftiyên giranbuha ên bav û kalên xwe bikin.

Ev destan ne tenê ‘eşq û evîna Evdî ji Edûlê re tîne ziman, lê belê behsa koçkirina Êzidiyekî ji Şingalê dike ku çawa di bin zor û gefên xwînxwaran ber bi eşîra Mele (Krdên misilman in û ji 32 hezar eşîreyan pêk tê) koç dike. Çîroka Derwêşê Evdî pir kûr û dirêj e, lê ezê wê bi çend hevokn ve kurt bikim, ku eşk û evîna Evdî ji Kurdistanê re ji hezkirina wî ji Edûlê re mezintir bû ku ji birayê xwe Efer re got; ‘Ez rê nadim dijiminên gelê Kurd ên zordar ku derbasî xaka Kurdistanê bibin, ji ber ku Kurdistan welatê Kurdan e û ji bo me pir pîroz û giranbuha ye’. Tevî ku ola bavê Derwêş Melhem Evdî û ola bavê Edûlê Mele Temir Zor Paşa ji hev cuda bûn, lê Derwêş bi van gotinan wî bi pênc kesên Êzidî û şeş kesên ji eşîra Mele, şerê leşkerên Tirk û êla Gêsî ya ku ji zêdetirî 1700 leşkerî pêk dihat kirin, êdî dema ku dijmin têkçûna xwe li himberî cesaret û hêzbûna Derwêşê Evdî ya bêhempa dîtin, kemînek danîn û ew bi xedrê têk birin, ji ber vê yekê dîroka Tirkan ya qirêj û gemar tê nas kirin.

Mijarên mîna Derwêşê Evdî heta çi astê dibe alîkar ku ciwanên Kurd bi dîrok û kelepûra xwe ve girêdayî bin?

Ev destan mîna destana Gilgamiş, Odîsa û hwd girîng û sereke ye, nemaze ku destanên Kurdan mîna Derwêşê Evdî, Mem û zîn ya Memê Alan û her wekî din di dîrokê de ji bo hevgirtina gelê Kurdistanê bi roleke girîng lîstine. Dema ku ciwan li van destkeftiyan vegerin wê çand û kelepûra xwe ya dagirtî, binirx û pîroz bibînin û wê hewldanê bidin ku bi xak û welatê xwe Kurdisatin, her wiha bi çanda xwe ya Kurdî jî werin girêdan, nemaze ku Kurdistan dayik û çavkaniya şaristaniyan e. Heya ku nifşên nû li ser van destaneyan hîn û mezin bibin, ji ber ku zarok mîna pelên spî ne tenê pêwîste ku tu wan bi gotin û hestan têr bikî.

Piştî ku Yekgirtûya Îslamî di parlementoyê de derbarê gotina Derwêş ya “Ew ji ola Îslamê bêrî ye” de daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku lêborînê ji misilmanan bixwaze, gelo hûn van gotinan çawa dinirxînîn?

Tu bingeha vê tiştê tuneye. Hin istismarker û kesên bêbext olê wekî amûrekî bi kar tînin da ku bigihêjin armanc û mebestên xwe. Li gor min ev nayê hesibandin ku ol e ji ber ku hemî ol û dîn dirist bûn da ku gel û civakên cihêreng ji zor û bindestiyê rizgar bikin, lê ne ji bo ku wan bi navê olê ji xwe re kole bikin wekî ku Erdogan û yên mîna wî vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yê qirêj pêk tîne. Her wiha li mizgeftan bi navê olê nimêj dikin û bêsûcan, jinan û rûspiyan dikujin, lewre ti eleqeyekî van xwînmijan bi Îslam û Misilmantiyê re tune ye.