Dibistanên Mexmûrê morkirina dibistanên Kurdî şermezar kir
Dibistanên Mexmûrê morkirina dibistanên Kurdî şermezar kir
Dibistanên Mexmûrê morkirina dibistanên Kurdî şermezar kir
Koordînasyona Dibistanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştgirî da boykota dibistanên Tirk û morkirinan dibistanên Kurdî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir. Koordînasyonê got, “Xwedî derketina dibistanên xwe yên zimanê dayikê, bi bandor boykotkirina dibistanên dagirkerî û qirkirina ziman-çandê ji aliyê serdema em têre derbasdibin re jî çalakiyeke mafdar û xwezayî ye.”
Koordînasyona Dibistanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke nivîskî boykota hefteyekê ya dibistanên dewleta Tirk ji aliyê gelê Kurd ve destek kir û morkirina dibistanên Kurdî şermezar kir. Koordînasyonê got, “Em wek koordînasyona dibistanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ev çalakiya ji aliyê gelê Kurdistanê ve li Bakurê Kurdîstan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin her wiha xwedîderketina li dibistanên xwe yên sembol, li gel hemwextiya berxwedana Kobanê û berxwedana zimanê dayikê li Bakurê Kurdistanê silav dikin.”
‘BI ZAGONÊN ZORDESTÎ ZIMAN HATIYE QEDEXEKIRIN’
Koordînasyonê diyar kir ku çend sal e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza zimanê dayikê yê Kurdî bibe zimanê fermî û xwendinê ji aliyê gelê Kurd ve hefteyek çalakiya boykota dibistanên Tirkî-Tirkiyeyê tên kirin û wiha dewam kir, “Îsal jî bi heman daxwazê ev çalakî hîn bi bandortir ji aliyê gelê Kurdistanê ve hat rêvebirin û bêyî ku êdî ji dewletê hêvî bikin bi sembol jî be li çend deverên Kurdistanê yên wek Amed, Gever û Cizîrê gelê Kurd bi derfetên xwe çend dibistanên Kurdî dan vekirin, li gel boykota zimanê Tirkî dest bi perwerdeya Kurdî ya van dibistanan jî kirin. Bêguman diviyabû ev dibistanên mewzubehsa wan tê kirin li her deverên welat ji aliyê dewletê ve ji bo gelekî ku çil milyon e hatiba vekirin, li tu deverên dinyayê nehatiye dîtin ku li welatekî bi milyonan netewek bijî û zimanê wî jî ji aliyê wî welatî ve bi zagonên zordestî hatibe qedexekirin. Ango ev bi awayekî vekirî tê wateya dagirkirin-qirkirina çand û zimanê netewekî-gelekî, bi zagonên zordestî hatiye qedexekirin ku di pergala Hîtleran de jî nehatiye dîtin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî vê zordestiyê gelê Kurdistanê yê ku bi çalakiyên demokratîk û rewa li mafên xwe yên xwezayî, gerdûnî digere bi êrîş û zordestiya dewletê re rûbirû maye her wiha li rexmî vê zordestî, êrîş, girtin, binçavkirin û çewisandinê gelê Kurdistanê ji çalakiyên xwe yên demokratîk paşve gav neavêtiye û ew dibistanên Kurdî yên ku bi derfetên xwe vekiribûn ji aliyê rayedar û polîsên dewletê ve hatibûn mohrkirin-girtin bêyi ku vêya guhdar bike ev mohr şikandin û dubare dest bi perwerdeya Kurdî kirin.
Daxuyanî wiha didome: “Bêguman ev gava ku ji aliyê gelê Kurdistanê, sazî û dezgehên demokratîk ve hatiye pêşxistin weke desteya perwerdeya wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) ku ev bîst sal zêdetir bi zimanê dayikê heya dibistana amadeyî waneyên Kurdî bi rê ve dibe û xwedî pergaleke bi rêkûpêk e, em kêfxweş kirine û xeyala me ya bi salane li penaberiyê ku ev pergala li vir ji bo gelê Kurdistana Bakur jî bê pêkanînê bi sembol jî be hatiye cîhanîn.
‘BOYKOT MAFÊ HERÎ XWEZAYÎ YE’
Xwedîderketina dibistanên xwe yên zimanê dayikê, bi bandor boykotkirina dibistanên dagirkerî û qirkirina ziman-çandê ji aliyê serdema em têre derbas dibin re jî çalakiyeke mafdar û xwezayî ye. Bêguman ev çalakiya gelê Kurd a rewa rûyê dewleta Tirk ê li beramberî pirsgirêka Kurd, ziman û çanda wî jî derxistiye holê, dewlet û hikûmeta AKP’ê ya ku bi mijûlkirinê her roj behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dike ûro tehemûla yek dibistaneke dayikê yan jî seretayî ya bi zimanê dayikê jî nake. Wê demê mirov dipirse, gelo pirsgirêka Kurd çi ye? Eger zimanê Kurdî neyê pejirandin hûn ê pirsgirêkê çawa çareser bikin? Ger gelek çanda xwe zimanê xwe nejî wê pirsgirêka wî ya çi bê çareserkirin? Ev pêkanînên ku ji aliyê dewletê ve li ser dibistanên Kurdî tên pêkanîn bi awayekî vekirî tarîtiya pêvajoya ku tê behskirin jî derdixe holê.
‘EM FERASETA DERVEYÎ MIROVATIYÊ ŞERMEZAR DIKIN’
Em wek koordînasyona dibistanên wargeha berxwedanê ya Şehîd Rustem Cûdî vê çalakiya ji aliyê gelê Kurdistanê ve li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, her wiha xwedîderketina li dibistanên xwe yên sembol, li gel hemwextiya berxwedana Kobanê û berxwedana zimanê dayikê li Bakurê Kurdistanê silav dikin, bêtehemûlî û durûtiya dewleta Tirk a li beramberî gelê Kurdistan û dibistanên wê şermezar dikin. Divê neyê jibîrkirin ku daxistina deriyê dibistana Şehîd Ferzad Kemanger encama feraseta faşîzane ya bi navê "yek dewlet, yek millet û yek ziman"e. Careke din em vê feraseta derveyî mirovahiyê şermezar dikin û heya dawî piştgiriya xwe ya bi çalakiyên gelê me yên demokratîk re pêşkeş dikin.”