Dibistan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê vala ne!

Dibistan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê vala ne!

Di pêşengiya TZP-Kurdî de boykota dibistanan a di serdema perwerdeya 2013-2014'an de ji bo daxwaza "Perwerdeya Zimanê Dayikê" û rakirina "Sonda me" li Bakurê Kurdistanê dest pê kir. Li gelek dibistanan bi çalakiyan dibistan hatin boykotkirin. Li derdora dibistanan polîsan nobet girtin. Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku ji bo di navbera dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hevdîtin û muzakereyek mayinde pêk bê divê teqez perwerdeya zimanê dayikê bê mîsogerkirin. 

AMED: Li Amedê di pêşengiya TZP-Kurdî de bi boneya boykota dibistanan û daxwaza "Perwerdeya zimanê dayikê" û rakirina "Sonda me" li gelek dibistanan ders hatin boykotkirin. Di saetên serê sibê de zarok neçûn dibistanan û zarokên ku çûn dibistanê jî li şûna têkevin dersan derst boykot kirin û li hewşa dibistanê lîstin. Polîsan serê sibê derdorê dibistanan dorpêç kirin û li ber dibistanan nobet girtin. Li ser hin dîwarên dibistanan jî bi îmzeya "Bê ziman jiyan nabe" û "Ziman bedene" silogan hatin nivîsandin. Endamên çapemeniyê ku xwestin dîmen û wêneyan bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 

REZAN: Li navçeya Navendî ya Rezan a Amedê jî endamên Şaxa Egîtîm Sen'ê li ber dibistana Seretayî ya Hurriyetê li gel xwendekar malbatên xwendekaran daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê malbatên xwendekaran Ahmet Çagdaş, daxuyani da û diyar kir ku ji bo dibistanan boykot bikin dê hefteyekê zarokên xwe neşîne dibistanan. Endamê Egîtîm Sen'ê ya Amedê Mehmet Atlihan jî ani ziman ku ji bo muzekereyên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de pêş bikeve divê teqez perwerdeya zimanê dayikê bê dayîn û ev nebe nabe. 

Li taxa Şeyhşamilê jî komek welatî û zarok li ber Dibistana Seretayî ya Valî Unal Erkan daxuyanî da û daxwazên xwe yên perwerdeya zimanê dayikê anîn ziman. Komê piştî daxuyanî da dibistan boykot kirin û vegeriyan malên xwe. 

Li taxa Fatîhê jî li ber Dibistana Seretayî ya Huseyîn Ulug çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamên KURDÎ-DER, Egîtîm Sen û rêveberên BDP'ê amade bûn. 

YENÎŞEHÎR: Li navçeya Navendî ya Yehîşehîra Amedê jî çalakî li ber Dibistana Seretayî ya Turgut Ozalpê hat lidarxistin. Li vir jî rêveberên Egîtîm Sen, BDP, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û malbatên xwendekaran amade bûn. Di daxuyaniyê de siloganên "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan na be" hatin qêrîn. 

COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî bi heman armancê li hemû dibistanan xwendekar neçûn dibistanan û hemû dibistanan deriyê xwe li perwerdeyê venekirin. Her çend rayedarên dibistanan derî vekirin jî xwendekar neçûn dibistanê û polên dibistanan vala man. 

GEVER: Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xwendekar neçûn dibistanan û polê dibistanan vala man. Tenê personelên peyvirdar çûn deriyên dibistanan vekir. Lê hemû pol û baxçeyên dibistanan vala man û hemû dibistan hatin boykotkirin. 

ERDÎŞ: Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî bi heman armancê KURDÎ-DER û Egitim Senê li Parka Zilanê daxuyanîhat dayîn. Di çalakiyê de posterê mezin ê Ehmedê Xanî û Celadet Elî Bedirxan ên mezin hatin vekirin. Dîsa pankarta “Em dixwazin ji pêş dibistana heta zaningeha bi zimanê xwe yê dayikî perwerde bibinînin” vekirin. Serokê KURDÎ-DER'ê Cevdet Zilanli, diyar kir ku mafê hemû gelên li Tirkiyeyê dijî heye ku bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. 

ŞEMZÎNAN: Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xwendekar neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin.