Di şapeya Endonezyayê de kesên ku mirin bûne 60 

Hate gotin di şapeya Endonezyayê de kesên ku mirine bûne 60. Helîkoptêran duh xwarin gerand ji bo kesên ku ji bobelatê sax filitîne.

Ji ber şapeya li herêma  Cakarta ya Endonezyayê hê jî bi deh hezaran mirov venegeriyane. Li Cakartayê, ku ji 2013'an ve cara pêşî ye şapeyeke wiha mezin çêdibe, 30 milyon mirov dijîn.

Tê payin ku van rojên pêş şiliyeke xurtir were, ji ber vê 170 hezar kes ji bo demekê li streyan hatine bicihkirin.

Ji ber barana zêde ya beriya sala nû bi rojekê li gelek ciha erd ji hev şeqitî ye.

Ji ber şapeyê û şeqitîne erdê 60 kes mirin û tê gotin hê jî 2 kes winda ne.