Di salvegera Gezî de li gelek navendan çalakî pêk hatin

Bi minasebeta 2'emin salvegera raperîna Geziyê li Parka Ozgurlukê ya Kadıkoya û Parka Abbasaga ya Beşiktaşa Stenbolê forum hatin lidarxistin. Li Îzmir, Dîlokê Mêrsîn, Edene, Aydin û Antalyayê jî çalakî hatin lidarxistin.

Bi minasebeta 2'emin salvegera raperîna Geziyê li Parka Ozgurlukê ya Kadıkoya û Parka Abbasaga ya Beşiktaşa Stenbolê forum hatin lidarxistin. Li Îzmir, Dîlokê Mêrsîn, Edene, Aydin û Antalyayê jî çalakî hatin lidarxistin.

Bi minasebeta 2'emîn salvegera raperina Geziye bi boneya bîranîna kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan, li 7 navendan çalakî hatin lidarxistin. Piştevaniya Taksimê, bi minasebeta 2'emîn salvegera Berxwedana Geziyê li Parka Ozgurlukê ya Kadıkoya û Parka Abbasaga ya Beşiktaşa Stenbolê forum pêk anîn. Di forumê de endam û rêveberên HDP, HDK Yekîtiya Têkoşînê, Malagelan, DAF, Karkerên înşaetê yên BEDAŞ'ê û gelek kesên din amade bûn. Piştî foruman bername komên Emege Ezgi, Tahribat İsyan, Meluses, Luksus, Komik Gunler û Redd' derketin ser dikê.

Li Îzmirê Foruma Gel a Îzmirê, li Kolana Şehîdên Kibrisê çalakî pêk anîn. Li Dîlokê Hêzên Ked û Demokrasiyê jî li Parka Yeşilsuyê bi tevlêbûna endam û rêveberên HDP, EMEP, ESP, ÖSP, BHH, SYKP, YSGP, İHD, KESK û KP'ê çalakî pêk anîn.

Li Mêrsînê jî Platforma Ked û Demokrasiyê bi heman armancê li pêş Hawizê AVM'ê kom bûn û heta qada Aştiyê meşiyan. Nêzî hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.

Li Edeneyê jî Hêzên Demokrasiyê bi heman armancê û tevlêbûna endam û rêveberên HDP, CHP. HDK, KESK, DİSK, îHD, TMMOB,'ê çalakî pêk anîn.

Li Antalya û Aydinê ji bi heman armancê û bi tevlêbûna saziyên sivîl ên civakî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.