Di Roja Çalakiya Gerdûnî ya Heskîfê de çalakî pêk hat

Hawirdorparêz bi wesîleya 3’emîn Roja çalakiya Gerdûnî ya Heskîfê li navçeyê li hev civiyan û AKP şermezar kirin.

Bi boneya navçeya dîrokî Heskîf di bin ava Bendava Ilisû de nemîne, di çarçoveya 3’emîn Roja Çalakiya Gerdûnî ya Heskîfê de li navçeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî bi pêşengiya Hewldana Jiyankirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê çalakî pêk hat. Endama Komîteya Çand û Perwerdehiya Parlamentoya Ewropayê û Partiya Karkeran a Îngilistanê Julie Ward, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Êlihê Songul Demîr û Mehmet Demîr, rêveberên HDP’a Êlihê, nûnerên saziyên civakî û nûnerên rêxistinên hawîrdorê beşdar bûn. Beşdarvanan pankarta,“Heskîf çanda me ye û Dîcle xwezaya me ye” hildan.

Endama Komîteya Çand û Perwerdehiya Parlamentoya Ewropayê û Partiya Karkeran a Îngilistanê Julie Ward di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Heskîfa 12 hezar salî dê neyê tunekirin û ji bo vê yekê jî divê têkoşîn bê kirin. Ward wiha got: “Ev der cihê raboriya me ye. Ev der bîr û çand e. Ev der siberoja me ye. Tunekirina vir tê wateya tunekirina çandan. Di 12 hezar salan de 9 şaristanî li vir jiyane. Hemû jî ji bo parastina Heskîfê li vir bûne.” Ward bang li Serokkomar Erdogan kir û wiha got: “Min ji bo Heskîfê nameyek ji Erdogan re şand. Min di nameyê de got divê ev dever tune nebe. Ez wek parlamenterek Ewrûpayî mafê min heye ku ji bo Heskîfê bersivek hildim.”

BAŞARAN: DIVÊ DEV JI SIYASETA DIJMINAN BERDIN

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî bêdengiya ji bo Heskîfê rexne kir û got divê ji bo bendavê Heskîf di bin avê de nemîne. Demîr diyar kir ku ew dixwazin ev mîrateya bi hezarên salan bê parastin û got: “Ev cih û warê dîrokî gelo ji ber ku ne aîdî wan e hewl didin hilweşînin û di bin avê de bihêlin?”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî ji bo parastina Heskîfê bang li ronakbîr û hunermendan kir û tevî ku Heskîf li gorî krîterên UNESCO’yê jî lê xemsar dimînin. Başaran xwest îktîdar dev ji siyaseta dijminane ya li dijî gelê Kurd û warên çandî bê berdan û banga xwedî derketina Heskîfê kir. 

'HESKÎF LI BER ÇAVÊ DINYAYÊ TÊ WÊRANKIRIN'

Piştî Başaran li ser navê saziyan Zozan Şîmşek daxuyanî da û destnîşan kir ku hemû zindî, xweza, berhemên çandî û dîrok di bin rîskek ango tehdîtek mezin a Bendava Ilisuyê de ye û heke qapaxên bendavê bê girtin wê bi xwe re felaketek mezin bîne. Şîmşek anî ziman ku çand û mîrateya bi hezarên salan dikin qurbanê berjwendiyên aborî yên ku vegera wan nîne û tevî ku Heskîf di nava krîterên UNESCO de jî cih digire lê li ber çavê dinyayê tê wêrankirin û di bin avê de tê hiştin. Şîmşek ji bo parastin û xwedîderketina Heskîfê û ji bo her kes bêje, “Ji bo Heskîfê ne dereng e” ew bang li her kesî dikin ku li gel têkoşîna wan cih bigirin.