‘Di pêvajoya hilbijartinê de îhaleya 701 qadên madenê hat kirin’

Ji Polen Ekolojiyê Cemîl Aksû diyar kir ku tenê di pêvajoya hilbijartinê de, bi sedan qadên madenê ji îhaleyê re hatin vekirin û ji aliyê medyaya alîgir ve weke pêşveçûn tê nîşandan.

Ji Polen Ekolojiyê Cemîl Aksû têkildarî tabloya ekolojîk a Tirkiyeyê û ev tablo li gorî encamên hilbijartinê  ji ANF’ê re nirxand.

Aksû diyar kir ku xeyala bingehîn a Tirkiyeyê ya di dema komarê de, yan jî xeyala ku ji civakê re hatî pêşwazîkiri bûyîna DYE’yê biçûk e û got: “Ji ber ku bi taybetî li hemberî belavbûna NATO’yê ya li rojhilat, stratejiyên ku Rûsyayê pêş xistî û şerê ku di encama vê de li Ûkraynayê derketî, nîşan dide ku bi DYE û welatên rojavayî re li dijî Rûsya û Çînê şerekî cîhanê ku navê wê nehatiye dayîn, dest pê kiriye. Weke ku em hemû dizanin Çîn di 20-30 salên dawî de, li sektorên cîhanê hemûyan weke navenda tedarîkê wezîfe girt û bi saya vê jî gihişt hêza ekonomîk û siyasî ya mezin. Hêza leşkerî jî di rêjeyeke mezin de pêş xist.

Tenê di pêvajoya hilbijartinê de îhaleya 701 qadên madenê hat kirin. Beşek mezin ji van jî, ew herêmên ku AKP’ê di rêjeyekî mezin de deng jê standine. Li aliyê din jî dema em li medya alîgir dinêrin jî, hema bibêje her roj ‘li Elezîzê qada madenê ya mezin hatiye dîtin, li Yozgatê madena zêr hat dîtin’ agahiyên bi vî rengî derdikevin. Beşek ji van agahiyan spekulatîf jî be, beşek mezin jî rast e. Tişta nebaş ew e ku bernameyên Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet têkildarî vê mijarê wekhev in.”

Aksû ragihand ku li herêma erdhejê AKP nêzî sedî 10 deng winda kiribe jî weke partiya yekem derket û wiha got: “Berê jî, mesele li Behra Reş mirov li dijî projeyên ku dibin sedema hilweşîna ekolojiyê derketibin, di dema tercîhên siyasî de piranî dengên xwe didan partiya desthilatdariyê yan jî partiya dewletê.

Meseleya ekolojiyê tenê weke qirêjiya avê, qirêjiya hewayê û daristanan tê fêmkirin. Karker ne tenê divê ji bo daristan tune nebin têbikoşin. Jixwe têkoşîna ekolojiyê divê bi vê yekê neyê sînordarkirin. Li aliyê din divê li dijî pêvajoyên hilweşîna ekolojîk têkoşînek hîn bi rêxistintir bê dayîn. Divê têkoşînek yekgirtî bê meşandin. Di heman demê de aliyên polîtîk ên mijarê bên berçavgirtin û têkoşînek bê meşandin. Eger wisan nebe, em ê tenê di nava têkoşînek xwecihî û sînordar de asê bimînin. Ev jî wê me pêş ve nebe, wê me li hemberî hilweşîna heyî neparêze.”