Di mîhrîcana Fîttja de pêvajoya aştiyê mohra xwe li dîrokê da

Di mîhrîcana Fîttja de pêvajoya aştiyê mohra xwe li dîrokê da

Mîhrîcana her sal li taxa Fîttja pêk tê îsal aştiyê mohra xwe lê da. Kurd, tirk û Asurî-Suryanî bi nasname, çan û alên xwe tevli bûn û mîhrîcan veguherî platformke aştî û biratiyê  ya gelan.

Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê de îlan kir, li Fîttja ya ku 6 hezar kîlometre ji Kurdistan û Tirkiyeyê dûre xwe nîşan da.  Kurd, tirk û Asurî-suriyaniyên tevli mîhrîcanê bûn helwesteke mînak nîşan dan.

Kesên tevli mîhîrcanê bibûn bi coşek mezin govend gerandin û geşedanên dawî yên Tiriyeyê nirxandin.

DI MÎHRÎCANÊ DE ÎNSIYATÎFA JINÊ

Seroka Komeleya Çanda Kurd a Fîttja Hatîce Yeşîlgul diyar kir ku îsal pir zêde jinan eleqe nîşanê mîhricanê daye û bi awayek aktîf tevli kampanyaya îmzeyan û firotina xwarinê bûne. Yeşîlgul wiha got. “Em ji ber tevlibûna jinan kêfxweşin. Îsal di mîhrîcanê de tu alozî derneketiye. Tirkan îsal xwarin j ime tercihkirin û ev jî gelek girînge.”

Hatîce Înekçî ya ji Konyayê jî anî ziman ku mîhrîcana îsal ji yên din cudatire û kesên ji aliyê din pir germ nêzî hev bûne.”

DIVÊ LI HEMBERÎ NASNAMEYA RÊZDAR BIN

Serokê Komeleya Çanda Tirk a Tumba Omer Karan destnîşan kir ku Erdogan gelan tîne hemberî hev û bertekî nîşana helwesta Erdogan ya li dijî berxwedêrên Taksîmê da.

Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Kurd a Fîttja Makbule Bulduk anî ziman ku jinan îsal di mîhrîcanê de roleke aktîf lîstine bi coş û fedekarî xebitîne û got: “Herî zêde jin dixwazin ev şerê 30 salî bi dawî be û aştî bê. Ger Erdogan û AKP’ê bi rastî aştiyê dixwazin divê li hemberî nasnameyan rêzdar bin.

BILA LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Ji Komeleya Semerkantê Bîlal Arikan jîg ot: “Ez ji ber pêşveçûnên Tirkiyeyê kêfxweşim. Lê divê Erdogan gotinên ku civakê ne rehet dike nebêje. Bi pêvajoya aştiyê re li Tirkiyeyê rehetbûnek heye. Lê îro ji bo pêvajo bê sabotekirin êrîş pêk hat. Serokwezîr divê van hêzan derxe derve û lêborîna xwe bixwaze.

Ciwanê Suryanî Denho Yilmaz yê 27 salî jî da zanîn ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê û got divê pirsgirêka Suryaniyana li Tirkiyeyê jî bê çareserkirin.

Nîsanî Kurtel ya 77 salî a Suryanî  kêfxweşiya xwe ya bo tevlibûna mîhrîcanê anî ziman û got ew ji bo mirovahî û aştiyê dua dike.

Hevserê Kurtel, Meko Kurtel yê 87 salî jîg ot demokrasî baş e, zirarê nade tu kesî.

Her wiha ji bo azadiya Ocalan di mîhrîcanê de nêzî  hezarî 100 îmze hat komkirin.