Di Konserwatuara Aram Tîgran de Orkestraya Ritma Xwezayî

Di Konserwatuara Aram Tîgran de Orkestraya Ritma Xwezayî

Orkestraya Rîtma Xwezayî ku ji aliyê zarok û xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ve li baxçeyê hate dabînkirin, bi enstrumanên weke qoşxane, şîşe, qutiya karton, binikê çayê, kevçî û klavyeya xirabûyî konserek pêşkêş kir.

Di çarçoveya 2'emîn Rojên Hunerê ya Konservatuara Aram Tîgran a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê de, Orkestraya Rîtma Xwezayî li ser Dika DBTŞ’ê koserek da. Serperiştiya vê projeya bo Kampa Havînê ya Zarokan hatiye amadekirin Şêrko Kanîwar dike. Hêjayî gotinê ye, zarokên temenê wan di navbera 5-16 salî de 45 jê keç bi tevayî 60 zarok di bin navê Orkestraya Rîtma Xwezayî de bi enstrûmanên suriştî yên weke şîşe, qutiya karton, qutiya plastîk, klavyaya xirabûyî, sênî, çaydank, binkasê çayê, kevçî muzîkê hildiberînin.

Orkestraya Rîtma Xwezayî li gel Hevserokê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û malbatên zarokan bi hev re temaşe kir. Orkestraya ku stranên “Newroza Arî”, “Çûko”, “Dikim Herim Paytextê” û “Rewend” strîn û bo xatrê Çemê Munzûrê ku, di bin bendavan de nefetise strana “Munzur Xeniqiyena” jî avêtin ser.

Piştî konserê Baydemîr û Demîrtaş spasî li serperiştê zarokan Şêrko Kanîwar kir û gul dayê. Baydemîr li wir wiha got, “Ez cîhaneke têr aştî bo zarokan dixwazim. Bila bi ziman, çand û rûmeta xwe tê de bijîn.” Demirtaş jî spasî li xwendekar û mamosteyan kir. Demîrtaş bal kişand ser girîngiya perwerdeya hunerê û wiha got, “Berhemên xwe zarok bi ziman û çanda xwe tînin pêş mîsogeriya paşeroja me ne.” Demîrtaş da zanîn ku, ev zarok bi şertên berteng de karên mezin dikin û wiha domand, “Zarokên çepel/çapulcî ji bo pêşerojê xwe baş amade dikin.” Demîrtaş her wiha spasî li Şaredar, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê û mamosteyê zarokan kir.

"ÇEWLİKA AJALAN" DERKET SER DİKÊ

Di çarçoveya rojên hunerê de lîstika şanoyê “Çewlika Ajalan” a George Orwell ku Omer Dilsoz wergerandiye kurdî li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate pêşkêşkirin. Lîstika ku bi dilgeşî hate temaşekirin bû cihê hezjêkirina mêvanan, ligel Serokê Daîreya Çandê Muharrem Cebe gelek kesî li lîstikê temaşe kir. Piştî lîstikê Cebe, kesên di amadebûna wê de ked dane gazî ser sehneyê kirin û gul dane wan.