Di konferansa lêgerîna jiyana alternatîf de dirûşmên ‘Bijî YPJ’

Li ser esasê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa ‘Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2’ de ya li Hamburgê didome Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi dirûşmên ‘Bijî YPJ’ hat pêşwazîkirin.

Li ser esasê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa ‘Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2’ de ya li Hamburgê didome Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi dirûşmên ‘Bijî YPJ’ hat pêşwazîkirin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah di rûniştina ‘Modernîteya Demokratîk’ a Konferansê de mafê axaftinê girt û di axaftina xwe de pergala netewe-dewletê rexne kir. Abdullah wiha got: “Netewe-Dewlet, ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk hemû gelan di bin zextan de dihêle. Ji ber vê bi mîlyonan mirov li cîhanê hatin qetilkirin, bi zextan re rû bi rû man. Armanc ev bû ku mirovan bê îrade bihêlin û tine bikin. Em li Rojava li dijî vê bi felsefe û alternatîfek nû paradîgmayekê datînin holê. Em şoreşek fikrî pêk tînin. Li Rojava gel biryara xwe bi xwe dide. Hewcedariyên xwe bi xwe pêk tîne. Ji bo vê komun hatine avakirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan komîsyon hatine avakirin.  Ev di heman demê de ji bo çareserkirina aborî derbasdar e. Ev rewş di qada dîplomasî û parastinê de jî derbasdar e.” Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî pergala ku dixwazin ava bikin gelek êrîş hene û got: “Ji gelek navendan êrîş hene. Li dijî van êrîşan berxwedanek mezin heye, hate astengkirin. Bi taybet jinan rolek mezin lîst.”

Piştî axaftina hat kirin Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah li salonê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşma, ‘Bijî YPJ’ li ser piyan li çepikan dan.

JIYANEK ALTERNATÎF PÊKANE

Yek ji organîzatora Konferansê Havîn Guneşer jî di axaftina xwe de kapîtalîzm bi awayekî tund rexne kir û got: “Li hemû cîhanê jiyanek alternatîf pêkane. Rojava mînak e. Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkildarî kapîtalîzmê de baş nayên fêmkirin. Divê li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîn bê pêşxistin. Jiyanek alternatîf ancax wisa pêkane. Hêviya me ev e ku rojekê Ocalan azad bibe û em van nêrînan bi wî re nîqaş bikin.

Emîne Ayna jî di axaftina xwe de Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Ayna kapîtalîzm wek çavsoriyê nirxand û got: “Dewlet biryara ku wê civak çawa bijî dide. Ji ber vê divê em hiqûqa dewletê red bikin.  Ger dewlet têkiliya civak û kes a bi dewletê re saz bike wê demê divê em vê red bikin. Divê em vê edaletê pêk bînin.”

PROJEYA OCALAN JI BO GELAN E

Mîchael Panser di axaftina xwe de dem bi dem ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mînak nîşan dan û got: “Ocalan dibêje ku; li cihê ku hêz hebe berxwedan jî heye. Ev gotin nêzîkatiya wî ya li dijî netewe-dewlet û dethilatdariyê nîşan dide. Dîsa pergala, nêzîkatiya Ocalan a li hember jinê û pergala dixwaze pêş bixe, pergala azadîxwaz û demokratîk e. Divê ev bên dîtin.”

Dr. Tamîr Bar-On jî diyar kir ku çareseriya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Bar-On îdîa kir ku pergala ku Ocalan dixwaze pêş bixe bi têkoşîna sîvîl a demokratîk dikare pêk bê û got: “Civaka Sîvîl li dijî netewe-dewletê  dikare rolek cidî bilîze. Di vir de em dikarin şoreşa Rojava bibînin. Divê ne pergalek netewe-dewlet, pergalek xwe dispêre gelan bê avakirin.  Çareseriya krîzê jî di vir de ye. Li Îmraliyê nêrînên Ocalan mezin bûne, wî her tişt derbas kir.”

Federico Venturini jî di axaftina xwe de got ku divê li dijî pergala kapîtalîst modernîteya demokratîk bê parastin û divê ev li aliyê civakê bên belavkirin.