Di wesayitên bi elektrîkê de rekor a Norwêçê ye

Wesayitên bi elektrîkê li Norwêçê di nav wan de ku nû plaka li wan kirine bû 54 ji 100'î.

Berevajî wesayitên ku bi dîzel, benzînê û gaza sirûştî dixebitin yên ku bi temamî bi elektrîkê dixebitin, ji bo kêmkirina CO2'yê ku di germbûna global de pir karîger e, pir girîng in. Di vê qadê de dîsa yê herî li pêş Norwêç bû.

Li gorî daneyên OFV'ê (Konseya Agahdarkirina Gihandinê) 2020'an ji nav otomobîlan ku cara pêşî plaka standine piranî otomobîlên bi elektrîkê ne. Li gorî OFV'ê ev rêje 2020'an 54,3 ji 100'î û 2019'an 42,4 Jİ 100'î bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin li welêt nexasim modêlên nû yên markayên cihê balê dikişînin, mehên dawî yên salê kirîna wan zêdetir bûye. Li gorî OFV'ê Kanûnê firotina otomobîlên bi elektrîkê 66,7 ji 100'î zêde bûye.

Piştî Rûsyayê li Ewropayê hilbêra herî zêde ya petrolê Norwêçê baca wesayitên bi elekrîkê kêm dike.

Li Norwêçê ku hema hema tevahiya hilberandina elektrîkê bi avê ye, baceke giran li ser wesayitên bi dîzel û benzînê ye. Li Norwêçê armanc ew e ku ber bi sala 2025'an ve hemû otomobîlên nû bi elektrîkê bin.