Di 88 rojan de ji çiyayên Derya Reş heta bi çiyayên Dêrsimê

Ji pênûsa gerîla Şiyar Dêrsim pirtûka bi navê "Şopên Zarokên Çiyayê Derya Reş" hat weşandin.

Ji pênûsa gerîla Şiyar Dêrsim pirtûka bi navê "Şopên Zarokên Çiyayê Derya Reş" hat weşandin. Nivîskar xwendevanan ji daristanên çamê yên Derya reş dibe nava daristanên ji dara berû yên Dêrsimê. Di pirtûkê de, cih ji vegotina çavdêriyan re hatiye veqetandin.

Gerîla Şiyar Dêrsim ê salên dûr û dirêj li gelek qadên çiyayên Kurdistanê şer kiriye, li gel gerîlatiya xwe êdî bi xebatên xwe yên wêjeyî jî tê naskirin. Dêrsim ji bo helbest û nivîsên wî bên parastin ji Ewropayê re şand. Hevalên wî jî bêyî haya wî jê hebe pirtûka wî ya helbestan a bi navê "Gecemde Golgem-Di şeva min de siya min" di sala 2010'an de ji Pêşbirka Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî re şandin. Pirtûka Dêrsim di vê pêşbirkê de bû yekemîn. Li dû pirtûka wî ya destpêkê ya bi navê "Qîrîna Dêrsimê" pirtûka bi navê "Şopên Zarokên Çiyayê Derya Reş" hat weşandin. 

Nivîskar di pirtûka xwe de xwendevanan ji daristanên çamê yên Derya reş dibe nava daristanên ji dara berû yên Dêrsimê. Di pirtûkê de, cih ji vegotina çavdêriyan re hatiye veqetandin.

DI 88 ROJAN DE JI DERYA REŞ HETA DÊRSIMÊ

Pirtûk ji qewimînên di nava têkoşîneke bê eman a mercên awarte de, şahidiyê dike. Di pirtûkê de şerê vînê yê li çiyê tê vegotin. Pirtûk cih dide meşek ji Kastamonû heta Dêrsimê ya di nava 88 rojan de. Pirtûk berxwedana li hemberî mirin û kemînan vedibêje.